Li çolistana Sûriyê 22 çeteyên DAIŞ`ê û leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê yê li çolistana Sûriyê de 22 çeteyên DAIŞ`ê û leşkerên hikumetê hatin kuştin. Balafirên Rûsyayê jî di 24 saetan de zêdetirî 70 êrişên asîmanî li dijî nuqteyên çeteyan pêk anîn.

Li çolistana Sûriyê 22 çeteyên DAIŞ`ê û leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
13 kanûn, 2020   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji saetên sibehê ve balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê çolistana Sûriyê digerin. Her wiha diyar kir ku li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê gelek êrişên asîmanî li herêmên ku çeteyên DAIŞ`ê lê belav dibin, pêk anîne. Li aliyekî din jî li herêmê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê de, şer dewam dike.

Li gorî SOHR`ê, di 24 saetên dawîn de balafirên şer ên Rûsyayê li herêmê zêdetirî 70 êriş pêk anîn.

SOHR`ê diyar kir ku di şer de, 15 çeteyên DAIŞ`ê û 7 leşkerên hikumeta Şamê û alîgirên wê hatine kuştin. Her wiha destnîşan kir ku rewşa hin birîndaran giran e û dibe ev hejmar zêdetir bibe.

(cx)