Li Cindirêsê şerê çeteyan ê li ser malê diziyê

Li Cindirêsê ji ber nakokiyên li ser parvekirina tiştên diziyê û mal û milkên sivîlan, çeteyan şer kir. Tê gotin kuştî û birîndar di şer de çêbûne.

Li Cindirêsê şerê çeteyan ê li ser malê diziyê
Li Cindirêsê şerê çeteyan ê li ser malê diziyê
Li Cindirêsê şerê çeteyan ê li ser malê diziyê
Li Cindirêsê şerê çeteyan ê li ser malê diziyê
Li Cindirêsê şerê çeteyan ê li ser malê diziyê
Li Cindirêsê şerê çeteyan ê li ser malê diziyê
13 kanûn, 2020   11:31
ŞEHBA

Vê sibê li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî di navbera çeteyên El-Zinkî yên girêdayî dewleta Tirk û malbata El-Bîtar de ku hêzên dagirker ew ji Xota Rojhilat anîne û li Efrînê bi cih kirine, şer rû da.

Çavkaniyên taybet ji ANHA`yê re ragihand ku li ser parvekirina tiştên hatine dizîn û desteserkirina malan, şer rû da.

Çavkaniyan diyar kir ku birîndar û kuştî ji her du aliyan çêbûne. Her wiha navên hin kesên ku birîndar bûne, wiha ne: Ebdulrehman Ebdulfetah El-Mela ji niştecihên Xota ye û di nav çeteyên Feyleq El-Şam de cih digire, Ebdulrehmen Mehmûd Ebdulrehmen (21) û Eymen Ehmed Camûs (40) ji niştecihên Xota ne.

Çavkaniyan da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî navenda navçeyê bûn û qedexeya derketina derve ragihandin. Li herêmê alozî dewam dike.

(dm)

ANHA