Jeffrey: Hikumeta Şamê dê di demeke nêz de nekeve Idlibê

Nûnerê berê yê DYA’yê ji bo Sûriyê James Jeffrey tekez kir ku Rûsya ketiye çirava Sûriyê û got “Divê Rûsya şer bike da ku nekeve. Dewleta Tirk bi piştgiriya NATO’yê nahêle ku hikumeta Şamê di demeke nêz de bikeve Idlibê.”

Jeffrey: Hikumeta Şamê dê di demeke nêz de nekeve Idlibê
13 kanûn, 2020   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

James Jeffrey ji rojnameya Şerq El-Ewsat re got: “Niha Rûsya di kûrahiya çirava Sûriyê de ye, lewra ji bo ku nekeve û nefetise, divê şer bike. Di dawiyê de, dê rêbazeke din hilbijêrin, ew jî hevkariya bi me û civaka navneteweyî re ye.”

Jeffrey îdia kir ku dê hikumeta Şamê di demeke nêz de venegere Idlibê û sedema wê yekê spart hebûna artêşa Tirk a dagirker li wê derê û wiha domand: “Nêzî 20 hezar leşkerên Tirk li wir hene, dibe ku 30 hezar be jî, ji lew re Tirkiye dikare rê li rejîmê bigire ku bikeve Idlibê. Bi baweriya min, dewleta Tirk bi piştgiriya DYA, YE û NATO`yê dê nehêle ku ew yek rû bide.”

Li ser pirsa ku DYA bi çi rengî piştgiriya dewleta Tirk li Idlibê kir, Jeffrey wiha bersivand: “Me piştgiriya dîplomatîk pêşkêş kir, me li ser wê yekê bi Tirkiye re nîqaş kir. Serok Trump di Îlona 2018`an de ew yek bi zelalî anî ziman. Her wiha balyoz David Satterfield jî  di nameya xwe ya ji bo NATO`yê de ya di Adara borî de, xwest ku piştgiriya Tirkiyê bê kirin.”

Jeffrey tekez kir ku hikumeta Şamê di aliyê leşkerî, siyasî û aborî de lawaz e û eşkere kir ku cezayên Amerîkayê dê zexta li ser rejimê zêdetir bikin û wiha dewam kir: “Ceza zirarê didin rejîmê û nahêlin ku biryaran bide yan operasyonên leşkerî pêk bîne. Divê em ji bîr nekin ku sedema sereke ya azarên gelê Sûriyê, ne cezayên DYA’yê ne lê belê biryara rejîma Esed, gendelî û bertîl in. “

Li ser hejmara hêzên leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û armanca wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Jeffrey got: “Hêzeke kêm heye ku ji bo têkbirina DAIŞ`ê, piştgiriya QSD`ê dike. Hêzên me li ser erdê hene û hêza me ya asîmanî jî heye. Em naxwazin ku Esed, Rûsya û Îran li wan herêman û li Tinifê, serwer bin.”

(cx)