Çalakiya xwedîderketina li asayîşa Êzîdxanê didome

Şêniyên Şengalê ku ji bo xwedîderketina li asayîşa Êzîdxanê konê nûbetê vegirtibûn çalakiya xwe di roja 12`an de didomînin.

Çalakiya xwedîderketina li asayîşa Êzîdxanê didome
13 kanûn, 2020   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya ku şêniyên Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 12’yan de dewam dike. Xelkê Şengalê ji bo piştgiriya çalakvanan serdana kon dikin.

Welatiyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

/kr/uploads/files/2020/12/13/114700_image_2020_12_13t11_42_51_758z.webp

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 12’yan de ji aliyê koma Xanesorê ve dewam dike. Tê payîn ku heyetek ji Wezîrê Hudirîn ên Iraqê û rayaderên Iraqê dê serdana çalekvanan bikin.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konên çalakiyê dikin û piştgiriya çalakvanan dikin.

Heta niha xelkê Şengalê bi gelek çalakiyan daxwazên xwe di çerçoveya ku xweseriya Şengalê û îrada Êzidiya bê naskirin pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heta niha ji rayeder û hikûmeta Iraqê bersiveke erênî nehatiye dayîn.

Hevserokê Meclîsa Digorê Hecî Hacid têkildarî çalekiya destekdayîna Asayişa Êzidxan got: “Êrişên li ser asayîşa me, êrişên li îrada Êzidiya ye. Heta ku ji bo daxwazên me bersivek erênî neyê dayîn, em ê bi şêwazekî berxwedanê çalekiyên xwe yên rawa bidomînin."