Panorama hefteyê: Cezayên rojavayî yên li dijî Tirkiye, serhildanên li Başûrê Kurdistanê

Rûsya û dewleta Tirk a dagirker tevgerên xwe li Sûriyê zêde kirin. Ewropa û DYA'yê soza pêkanîna cezayan li Tirkiyê dan. Li Başûrê Kurdistanê jî li hemberî desthilatdariyê xwepêşandên gel li dar in.

Panorama hefteyê: Cezayên rojavayî yên li dijî Tirkiye, serhildanên li Başûrê Kurdistanê
13 kanûn, 2020   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteyê borî der barê liv û tevgera Rûsya û Tirkiyê li Sûriyê, her wiha destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê û protestoyê Başûrê Kurdistanê û cezayên Amerîka û Ewropayê yên li dijî Tirkiyê nivisîn.

'LIV Û TEVGERA RÛSYA- TIRKIYÊ LI SÛRIYÊ ZÊDE BÛ'

Der barê mijarê rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Balefirên şer ên Rûsya li bakur rojavayê Idlibê êrişên asmanî pêk anîn. Her wiha di êrişeke bi moşekan de leşkerekî Tirk û du endamên "Feyleq El-Şam" bîrindar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku duh balafireke Rûsya  êrişeke asmanî li herêma Şêx Behir li gundewarên bakur rojavayê parêzgeha Idlibê pêk anî. Di heman demê de balafirên keşfê yê Rûsya li asmanê çiyayê El-Zawiyê firîn."

SOHR ragihand ku leşkerekî Tirk û du çeteyên ku parêzvaniya baregeha Tirkiyê ya li bajarokê Ram Hemdan (bakurê Idlibê) dikirin û endamên "Feyleq El-Şam" di encama êrişeke bi moşekan de birîndar bûn.

Hêzên hikûmeta Şamê jî piştî nîvê şeva Yekşem – Duşemê êrişeke bi moşekan li dijî hin herêmên çiyayê El-Zawiyê yê başûrê Idlibê pêk anî. Di heman demê de balafirên şer ên Rûsya  li asmanê herêmê difirin."

‘ROJA CEZAYAN LI DIJÎ DEWLETA TIRK’

Girêdayî cezayên Ewropa û Amerîkayê yên li dijî dewleta Tirk, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Ewropa û DYA bi awayekî hemwext, nameyek ji serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re şand ku piştî kirîna pergala moşekên Rûsyayê û lêgerîna li gazê li rojhilatê Deryayê Spî di ava welatekî din de êdî ew siyaseta ku dewleta Tirk dixwaze li NATO`yê ferz bike, red dikin.”

Serokên Yekitiya Ewropayê (YE) li ser amadekirina cezayên sînordar li dijî kesayetên tirkî ji ber nakokiya wê bi Yewnanistan û Qibrisê re girêdayî lêgerîna li enerjiyê, li hev kir.

Serokên YE`yê gefa girtina tedbîrên aborî yên firehtir ku di Cotmehê de li Tirkiyê xwaribû paşguh kir. Li şûna wê li ser daxuyaniyekê ku rê li pêşiya cezakirina kesên ku têkiliya wan bi plankirinê yan jî tevlêbûnê hene vedike, li hev kir. 

Nûnerê Yewnanistanê rave kir ku welatê wî ji dudiliya YE`yê ji bo cezakirina Tirkiyê bê hêvî ma. Almanya, Îtalya û Spanya demeke dîtir dan Tirkiyê ku li ser asta dîplomasiyê ev pirsgirêk were çareserkirin.

Çavdêran diyar kir ku Enqere ji rewşa dudilî ya niha ya YE`yê sûdê werdigire.

Bi navnîşana “Tirkiye serêşa sereke ya ji bo Ewropayê ye” nivîskarê rojnameya British Financial Times David Gardner got: “Tirkiye hevalbendeke dijwar e. Endameke NATO`yê ye. Lê pergalên parastinê yên asmanî yên Rûsyayê dikire. Ew endama Koma 20`an a lê Hemasê pêşwazî dike.”

'LIVA LEŞKERÎ YA TIRKIYÊ ÇARESERIYA SIYASÎ YA LÎBYAYÊ ASTENG DIKE'

Rojnameya El-Beyan têkildarî mijarê nivîsî:"Li Lîbyayê nîşanên arîşeyeke leşkerî ya  nû rû dide. Tirkiyê bi rêya rêkirina baran li Lîbyayê da ku arîşeyê gur bike û pêvajoya çareseriya siyasî têk bibe. Fermandariya Artêşa Niştimanî der barê mijarê de hişyarî da û got ku pêwîst e em li peyî proveksyonên Tirkiyê nemeşin, ji ber ku dê bibe sedema arîşeyeke leşkerî."

'BUHARA KURDAN YAN RIKBERIYA HER SAL YA LI DIJÎ GENDELIYÊ'

Der barê geşedanên li Başûrê Kurdistanê rojnameya El-Ereb nivîsî: "Li herêma Kurdistana Iraqê protesto dewam dikin, li dijî derengmayina belavkirina mûçeyên karmendan û li dijî gendeliya saziyên ewlehiyê, ev nîşaneke "Buhara Kurdan" e li dijî partiyên ku bi salan nikarîn herêmê birêve bibin.

Roja duşemê xwepêşandêran agir berdan navendên du partiyên sereke, Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî Kurdistan, li bajarê Silêmaniyê. Hêzên ewlehiyê xwepêşandan belav kir û televizyoneke ku piştgiriya protestoyan dikir jî girt.

Çavkaniyeke tenduristiyê li nexweşxaneya Silêmaniyê got ku xwepêşandêrek hate kuştin û 2 jî li navçeya Çemçemal li parêzgeha Silêmaniyê birîndar bûn.

Li herêmê aloziyeke aborî ya giran heye, ji ber ku Bexda pereyên ku hikûmeta Federal a Başûrê Kurdistan dixwaze ji bo mûçeyan rênake, ew tenê beşek ji wan pereyan rêdike û dibêje ku hikûmeta herêmê hejmara karmendên xwe zêde dike da ku pereyan zêde bistîne.

Çavdêr dibêjin ku partiya Talabanî dibe ku van protestoyan bikar bîne û fişaran li partiya Barzanî bike da ku hinekî di mijara xwestina mûçeyan ji Bexdayê de daxwazên xwe kêm bike."