Mistefa Êto: Bêdengiya Rûsya ji dewleta Tirk re teşwîqkirina pêkanîna komkujiyan e

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto bêdengiya Rûsya û dewletên Ewropa ji êrişên dewleta Tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar kir û got ku ev bêdengî dihêle ku Tirkiye hîn zêdetir herêmên Sûriyê dagir bike û komkujiyan li dijî şêniyên wê pêk bîne.

Mistefa Êto: Bêdengiya Rûsya ji dewleta Tirk re teşwîqkirina pêkanîna komkujiyan e
13 kanûn, 2020   08:06
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Ji beriya çend heftiyan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî navçeya Eyn Îsayê giran kirine, ji ber vê yekê metirsî heye ku Tirkiye herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto bêdengiya Rûsya û dewletên Ewropa ji êrişên artêşa Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kir û got: "Bêdengiya dewletên Ewropa dihêle ku dewleta Tirk xaka Sûriyê dagir bike, ne tenê Bakurê Sûriyê, lê gelek herêmên din ên Rojhilata Navîn dagir bike, ji ber ku dixwaze xewna xwe ya zindîkirina desthilata Osmanî ya kevin bi cih bîne."

Êto eşkere kir ku dema Tirkiyê Efrîn dagir kir, Rûsya garantor bû lê bi erka xwe ranebû û wiha dom da axaftina xwe: "Îro jî dewleta Tirk û çeteyên wê rojane navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin, li ber çavên her kesî sivîl têne qetilkirin û careke din Rûsya bê deng e."

Artêşa Tirk a dagirker 20`ê meha Çileya 2018`an êrişî kantona Efrînê kir û di 18`ê Adara heman salê de dagir kir, di encamê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk sûcên dermirovî pêk anîn û şûnwan talan kirin, şêniyên herêmê koçber kirin, demografiya herêmê guherîn û malbatên çeteyan li malên şêniyên resen bi cih kirin.

Êto îşaret pê kir ku hêza hikumeta Şamê tune ye ku xaka Sûriyê biparêze bike û ev yek li gotina xwe zêde kir:"Tevî vê yekê, tevî aloziya ku Sûriyê têre derbas dibe, tevî koçberkirî, dagirkirin, qetilkirin û wêrankirin, lê hikumeta Şamê hîna dev ji hişmendiya xwe ya şofoînîst bernade."

Mistefa Êto diyar kir ku dewletên derve yên wekî Rûsya û Tirkiyê dixwazin li gorî berjewendiyên xwe yên li herêmên Rojhilata Navîn û Sûriyê, herêman parve bikin û  destnîşan kir ku pêwîste dewleta Rûsya erka xwe yê exlaqî wekî garantoyê sereke di peymana ligel Tirkiye de bi cih bîne.

Tirkiye û Rûsya 22'yê Cotmeha 2019`an peymanek ji 10 bendan mohr kir. Ji wan bendan; QSD`ê 30 km ji sînorê Sûriyê-Tirkiyê vekişe, agirbest were misogerkirin, bi firehiya 10 km li hundirê Sûriyê dewriyeyên Rûsya-Tirkiyê werin pêkanîn û hêzên leşkerî yên hikumeta Şamê li ser sînor bên bicihkirin.

Mistefa Êto got, bêdengiya Rûsya û dewletên navneteweyî ji êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê dihêle ku Tirkiyê hîn zêdetir xaka Sûriyê dagir bike.

Di dawiyê axaftina xwe de Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto bang li rêxistinên mafên mirovan kir  ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bisekinin û got:"Tirkiyê aktora xirabkirina aramiya herêmê ye û fikirê ku dixwaze belav bike ne tenê li ser bakurê Sûriyê, di heman demê de li ser tevahî cîhanê xeterî ye."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/lgIruMzePIc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>