​​​​​​​Telal Mihemed: Ji bo îtîraf bi Rêveberiya Xweser were kirin, xebateke xurt pêwîste

Telal Mihemed bal kişand ser sedemên nenaskirina Rêveberiya Xweser û wiha got: "Hin alî di serî de rejîma Baas, Tirkiye, Îran û Rûsyayê naxwazin aloziya Sûriyê çareser bibe." Mihemed destnîşan kir ku divê xebata dopomatîk were xurtkirin da ku îtîraf bi rêveberiyê were kirin.

​​​​​​​Telal Mihemed: Ji bo îtîraf bi Rêveberiya Xweser were kirin, xebateke xurt pêwîste
13 kanûn, 2020   03:28
QAMIŞLO-HÊLÎN ABDULLAH

Rêveberiya Xweser a 2014’an hate damezrandin tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav xwe de digire.  Rêveberiyê pêkhateyên herêmê ji qirkirinan parastin û bi pergala xwe ya demokratîk a altarnatîfa yekpergalî parastina nirx û tevahî mafên pêkhateyan kir.

Rêveberiya Xweser heta niha 8 nûnertiyên xwe li dewletên Ewropa û eraban wekî Siwêd, Danîmark, Nerwêc, Finland, Almanya, Fransa, Holanda, Belçîka, Switzerland, Luxembourg, Belarus, Lubnan, Iraq, Îmarat û Misirê vekirin. Tevê vê yekê hîn jî beşdariya Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî di civînên Komîteya Destûrê ya Sûriyê de yên di qada navneteweyî de tenê lidarxistin, paşguh e. Her wiha itîrafa fermî ya bi rêveberiyê nayê kirin ne tenê ji aliyên dewletên derve ve, di heman demê de ji aliyê hikumeta Hewlêrê ve ya ku diviyabû ji rêveberiyê re bibûya piştevanekî bingehîn.

Hevserokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed îşaret bi sedemên nenaskirina dewletên derve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nebeşdariya wê bi fermî di civînên komîteya destûrê de kir û wiha got: "Hin alî hene di serî de jî rejîma Baas, hin hêzên herêmê mîna dewleta Tirk, Îran û Rûsya naxwazin aloziya Sûriyê çareser bibe. Ji ber ku çareserkirina aloziya Sûriyê nakeve xizmeta berjewendiyên wan ên takakesî. Ji ber ku berjewendiyên wan bi hebûna hikumeta Şamê ve girêdayî ye, ne bi guhartina demokrasî û projeya Rêveberiya Xweser."

 ‘PDK'Ê BI RÊVEBERIYA XWESER RE NADE Û NASTÎNE’

Têkildarî helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)  a ji Rêveberiya Xweser de ku divê nûnertiya rêveberiyê şûna li Silêmaniyê li Hewlêrê hebûya, Telal Mihemed da zanîn ku neitîrafkirina PDK’ê bi Rêveberiya Xweser re, ew e ku berjewendiyên wê bi hin hêzên herêmî re hene û ev hêz jî li dijî projeya Rêveberiya Xweser in. Ji lew re bê deng e û bi rêveberiyê re nade û nastîne

Mihemed wiha domand: "Hebûna nûnerên Rêveberiya Xweser li gelek dewletan, itîrafkirina bi wê ye û heta ne itîrafeke fermî be jî."

'DIVÊ ITÎRAF BI RÊVEBERIYA XWESER WERE KIRIN'

Mihemed bang li tevahî partiyên siyasî kir ku xebatên xwe bi taybet ên ji aliyê diplomatic ve xurt bikin, da ku itîraf bi Rêveberiya Xweser were kirin û wiha pê de çû: "Heke projeya Rêveberiya Xweser li Sûriyê pêk bihata, alozî nedigihaşt vê merheleyê."

Hevserokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed bang li partiyên siyasî û hêzên Kurdistanê kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin û berjewendiyên xwe yên partîtî bidin aliyekî û wiha bi dawî kir: "Serkeftina projeya Rêveberiya Xweser, serkeftina destkeftiyên Kurd e û bi wê re jî dê çareseriya aloziya Sûriyê çareser bibe."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/aOjtu0Lf4dA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>