​​​​​​​Hewldana çeteyan a ketina gundên Eyn Îsayê hate têkbirin

Şervanên QSD'ê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Mezraa ya li ser rêya M4 têk birin.

​​​​​​​Hewldana çeteyan a ketina gundên Eyn Îsayê hate têkbirin
11 kanûn, 2020   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan bikevin gundê Mezraa yê nêzî rêya M4. Şervanên QSD'ê di çarçoveya mafê parastina rewa de, bersiva hewldanê dan û şerekî giran derket.

Di encamê de gelek çete hatin kuştin û yên din neçar man birevin.

Piştî ku hewldan hate têkbirin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên dest bi topbarana derdora navenda navçeyê û rêya M4 kirin.

Topbaran hîna berdewam e.

ANHA