Şêniyên Helebê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi diruşmeya " Ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re êdî bes e, dema dema azadiyê ye" daketin qadan û tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Şêniyên Helebê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
11 kanûn, 2020   15:16
HELEB

Bi pêşengtiya Kongreya Star a Helebê, bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê yên Helebê daketin qadan, tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye şermezar kir.

Meş ji pêşiya hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir.

Şêniyan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsên "Sonda me em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi rêbert Ocalan re azad bijîn" û "Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re êdî bes e, dem dema azadiyê ye" rakirin. Her wiha diruşmeyên banga azadiya Ocalan hatin berzkirin.

Şênî li sêgoşeya Şehîd Serbest a taxa Eşrefiyê sekinîn û veguherî mîtîngê.

Piştî deqeya rêzgirtin a ji bo bîranîna cangoriyên azadî, li perspektîvên rêbertî guhdarî kirin,  ku Rêber Abdullah Ocalan behsa komploya navneteweyî ya li dijî wî hate meşandin û awayê bersivdayîna gelê Kurd ji vê komployê û siyaseta komplogeran re dike.

Di mîtîngê de Hevseroka Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Sûad Hesen axivî û bal kişand ser girîngiya rola rêbertî di çareseriyê aloziyan de kir û wiha pêde çû:"Tekane rêya çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn di girtîgeha Îmraliyê de ye, lewma divê hemû jin û gelên li Rojhilata Navîn û her çar parçeyên Kurdistanê dijîn ji bo rêber Abdullah Ocalan serî hildin."

Sûad Hesen diyar kir ku hemû peyman û komployên niha destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û porjeya Neteweya Demokratîk dikin armanc.

Di dawiyê de Sûad Hesen ev yek anî ziman:"Gelê Kurd pêşeroja xwe ya demokratîk û azad li ser bingeha felsefeya rêber Abdullah Ocalan ava dike û vîna me li hemberî van siyasetên hovane naşkê."

(eh)

ANHA