Li Dirbêsiyê bombeyek destan bi du zarokan ve teqiya- HATE NÛKIRIN

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bombeyeke destan bi du zarokan ve teqiya.

Li Dirbêsiyê bombeyek destan bi du zarokan ve teqiya- HATE NÛKIRIN
11 kanûn, 2020   14:19
HESEKÊ

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, bombeyeke destan bi du zarokan ve teqiya û herdu zarok ku xwişkên hev bûn bi giranî birîndar bûn.

Bûyer saet 16:00'an, li nêzî çerxerêya Serêkaniyê ya navenda navçeyê pêk hat. Diyar bû ku herdu zarokên xwişk dema ku li ber deriyê malê xwe li kêleka erebeya bavê xwe dilîst bombek destan bi wan ve teqiya. Herdu zarok rakirin nexweşxaneyê bajarê Qamişlo.

Navên Zarokên birîndar Zîlan Xesan (6) û Leylan (2). Li gorî agahiyan rewşa Zîlanê giran e.

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/nKu61UL02E4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>