Li Rûsyayê li dijî avahiyeke hêzên ewlehiyê êrişeke xwekujî pêk hat

Li gorî medyaya Rûsyayê, îro li pêşiya avahiya Ewlehiya Federal a başûrê Rûsyayê êrişeke xwekujî pêk hat.

Li Rûsyayê li dijî avahiyeke hêzên ewlehiyê êrişeke xwekujî pêk hat
11 kanûn, 2020   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Interfax a Rûsyayê li gorî çavkaniyekî ewlehiyê ragihand ku xwekujekî li pêşiya avahiya Ewlehiya Federal a başûrê Rûsyayê xwe teqandiye.

Li gorî çavkaniyan, di teqînê de 2 kes birîndar bûne. Çavkaniyan wiha da zanîn: “Li gorî daneyên destpêkê, kesekî nenas teqîn pêk aniye û cihê bûyerê hatiye dorpêçkirin.”

Çavkaniyekî din jî ji ajansê re got: “Beriya teqînê, xwekuj nêzî komeke rayedarên ewlekariyê yên li deriyê têketina avahiya Ewlehiya Federal bû û bi qîrîna “Ellahu Ekber” xwe teqand.”

(cx)