Çapemeniya Lubnanê: Misir naxwaze Lubnan avakirina hikumetê bilezîne

Çapemeniya Lubnanê ragihand ku Misirê şîret li Lubnanê kiriye ku mijara avakirina hikumetekê ku li ser asta erebî û navneteweyî nikare nûnertiya Lubnanê bike, ecele neke.

Çapemeniya Lubnanê: Misir naxwaze Lubnan avakirina hikumetê bilezîne
11 kanûn, 2020   12:19
 BEYRÛT

Rojnameya El-Diyar a Lubnanê wiha ragihand: “Misir bi rêya wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî yê ku bi serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî re serdana Parîsê kiribû, şîret li Seed El-Herîrî kir ku di avakirina hikumetekê de ku li ser astên erebî û navneteweyî nikare nûnertiya Lubnanê bike, ecele neke.“

Li gorî rojnameyê, pêwîstiya vê mijarê bi demekê heya Sibata heye, heta ku niyetên serokê nû yê Amerîkayê Jeo Biden û tîma ku dê ji bo rêveberiya derve ya Amerîkayê hilbijêre, eşkere bibin.

(şx)