Li Şehbayê cenazeyê şervanekî HRE’yê hate oxirkirin

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ebdulhemîd Îsmaîl li bajarokê Um Hoşê yê li kantona Şehbayê oxir kir.

Li Şehbayê cenazeyê şervanekî HRE’yê hate oxirkirin
Li Şehbayê cenazeyê şervanekî HRE’yê hate oxirkirin
Li Şehbayê cenazeyê şervanekî HRE’yê hate oxirkirin
Li Şehbayê cenazeyê şervanekî HRE’yê hate oxirkirin
11 kanûn, 2020   11:55
ŞEHBAYÊ

Bi sedan şêniyên Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya kantona Efrînê kom bûn û cenazeyê şehîd Ebdulhemîd Îsmaîl ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, wergirt.

Di merasîma oxirkirinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Îbo axivî û got: “Şehîd Ebdulhemîd Îsmaîl ji bo azadiyê û ji ber ku zilm û zordestiya li ser gelê xwe qebûl nekir, şer kir û şehîd ket.”

Di merasîmê de endamê Meclisa Kantona Şehbayê Mistefa Şakir jî axivî û behsa girîngiya berxwedana ku şervanên HRE’yê kir û pêwîstiya şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî yên Sûriyê piştrast kir.

Piştî bidawîbûna axaftinan, endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a kantona Şehbayê Umer Elo wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Paşê girseya gel cenazeyê şehîd bi karwanekî wesayîtan ber bi bajarokê Um Hoşê ve rê ket.

(şx)

ANHA