SOHR: Dewleta Tirk sewqiyatên nû ber bi başûrê Idlibê ve pêk anîn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li başûrê Idlibê sewqiyetên nû pêk anîn.

SOHR: Dewleta Tirk sewqiyatên nû ber bi başûrê Idlibê ve pêk anîn
11 kanûn, 2020   11:38
 NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR`ê ragihand ku şeva din 20 wesayitên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker ku bi cebilxane û pêdiviyên lojîstîkê barkirî bûn, di dergeha Kefer Lûsîn a sînorî ya bi Lîwa Iskenderon re ketin xaka Sûriyê.

Li gorî SOHR`ê, sewqiyatên artêşa Tirk berê xwe da herêma Bilyon a çiyayê Zawiyê li başûrê Idlibê.

Li gorî daneyên herî dawîn ên SOHR`ê, ji destpêka agirbesta dawiyê ve, 7 hezar û 610 wesayitên leşkerî yên artêşa Tirk û bi hezaran leşker derbasî xaka Sûriyê bûne.

(cx)