Endamamên Kongreya Dengê Nerazî beriya çalakiyê hatin binçavkirin

Kongreya Dengê Nerazî ku duh bi rêya civîneke çapemeniyê bang li gelê başûrê Kurdistanê kiribû ku ji bo bidawîkirina hikumeta heyî dakevin qadan, îro beriya lidaxistina çalakiyê hatin binçavkirin.

Endamamên Kongreya Dengê Nerazî beriya çalakiyê hatin binçavkirin
11 kanûn, 2020   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Dengê Nerazî duh bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandibû ku ew ê li seranserê başûrê Kurdistanê xwepêşandanan li dar bixin. Îro beriya ku xwepêşandana li Silêmaniyê destpê bike, endamên Kongreya Dengê Nerazî hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên hatine standin, 15 endamên kongreyê beriya ku bigihêjin ber deriyê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê, ji aliyê hêzên hikumetê ve hatin binçavkirin. Hate zanîn ku telefonên wan jî jê hatine standin û niha di bin çavan de ne.

Hêjayî gotinê ye ku îro biryar bû ku di saet 13:30’an li ber deriyê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê bi pêşengtiya Kongreya Dengê Nerazî xwepêşandaneke girseyî were lidarxistin.