Beriya vekişîna ji Somaliyê DYA’yê li dijî Tevgera Ciwanan êriş pêk anîn

AFRICOM`ê diyar kir ku beriya vekişandina piraniya hêzên DYA’yê yên li Somaliyê, 2 êrişên asîmanî li dijî pisporên teqînan ên Tevgera Ciwanan a girêdayî rêxistina El-Qaîdeyê pêk anîne.

Beriya vekişîna ji Somaliyê DYA’yê li dijî Tevgera Ciwanan êriş pêk anîn
11 kanûn, 2020   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Fermandariya Amerîkayê li Afrîkayê (AFRICOM) general Stephen Townsend bi daxuyaniyekê wiha got: “10`ê Kanûnê li derdorê herêma Cêlîb a Somaliyê, 2 êrişên asîmanî li dijî pisporên teqînan ên Tevgera Ciwanan pêk hatin. Li gorî texmînên me, di êrişê de terorîstên navdar ku roleke girîng di nava tevgerê de dilîst, hatine kuştin.”

Townsend diyar kir ku ew ê zexta li ser tora Tevgera Ciwanan dewam bikin.

Fermandarê hêzên taybet li Afrîkayê general Dagvin Anderson jî daxuyand ku ew hewl didin vekişîna leşkerên xwe ku hêzên artêşa Somaliyê perwerde dikin, bi ewle bikin.

Serokê DYA’yê Donald Trump ku dema wî bi dawî bûye, destpêka vê mehê fermana vekişandina “piraniya” leşkerên DYA’yê yên li Somaliyê ku hejmara wan 700 kes e, dabû.

General Townsend got: “Tevgera Ciwanan a girêdayî El-Qaîdeyê hîna xetereyê çêdike. Em hêza xwe dîsa di ber çavan re derbas dikin, lê belê em ê hêzekê ji bo têkbirina vî dijminî bihêlin.”

(cx)