2 balafirên B-52 li ser herêma Kendavê firiyan

Fermandariya Navendî ya artêşa DYA’yê ragihand ku 2 balafirên bombavêj ên ji cureya B-52 ku dikarin çekên nukleerî rakin, li ser herêma Kendavê firiyan.

2 balafirên B-52 li ser herêma Kendavê firiyan
11 kanûn, 2020   10:19
 NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya artêşa DYA’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku her du balafirên bombavêj ên ku dikarin çekên nukleerî rakin, tevî balafirên din ên DYA’yê û dewletên hevalbend li asîmanê Kendavê firiyan.

Berpirsekî leşkerî duh eşkere kiribû ku artêşa DYA’yê ji bo bersivdayîna êrişeke muhtemel a Îranê di seferberiyê de ye û hêzên xwe li Rojhilata Navîn xurt dike.

(şx)