Destekdayîna Asayîşa Êzidxanê bi çalakiya konvedanê didome

Çalakiya şêniyên Şengalê ya ji bo piştgiriya asayîşa Êzîdxanê ket roja 10`an.

Destekdayîna Asayîşa Êzidxanê bi çalakiya konvedanê didome
11 kanûn, 2020   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya ku şêniyên Şengalê bi armanca destekdayîna asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja 10’an de bi koma ciwanan didome.

Welatiyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê ku di 2’yê Kanûna 2020’an de li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê dest pê kiribûn berdewam dike.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in, Asayîşa Me Rûmeta Me Ye” hatiye destpêkirin û her roj ji aliyê komek nû ve tê birêvebirin, ket roja xwe ya 10’an.

Di roja 10’an de komek ciwanan çalakî dewr girt. Ciwanên ku çalakî dewr girtin carinan li ser mijarê gotubêjan dikin û carinan jî li ber muzikê govendê digerînin.