Bi hezkirin wêneyan xêz dike û hêvîdar e ku bibe dengê herêma xwe

Kurê bajarê Dêrikê yê 18 salî Mihemed Mihyedîn bi hezkirineke mezin tabloyan xêz dike û hêvî dike, ku rojekê bibe wênesazekî cîhanî û beşdarî pêşangehan bibe da ku rastiya herêma xwe bi wênexêziyê bigihîne cîhanê.

Bi hezkirin wêneyan xêz dike û hêvîdar e ku bibe dengê herêma xwe
Bi hezkirin wêneyan xêz dike û hêvîdar e ku bibe dengê herêma xwe
Bi hezkirin wêneyan xêz dike û hêvîdar e ku bibe dengê herêma xwe
Bi hezkirin wêneyan xêz dike û hêvîdar e ku bibe dengê herêma xwe
11 kanûn, 2020   09:24
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Bi rêya wênexêziyê fikir û hestên xwe di tabloyan de nîşan dide û bi rengan rewşa xwe ya derûnî raber dike.

HEZKIRINA WÎ JI BEHREYA WÎ RE HIŞT KU BI HUNERÎ LI SER QUMAŞ WÊNEYAN XÊZ BIKE

Ji zaroktî ve ji wênexêziyê hez dike û bi piştgiriya malbata xwe behreya xwe pêşxist û li ser kaxizan û kartonan dest bi xêzkirinê kir, paşê bi rengên zeytî li ser qumaş xêz kir û hest û ramanên  xwe bi wênexêziyê  derbirandin.

Bi pênûsa xwe ya taybet tabloyên hunerî û bi pîverên cuda xêz kir, di wênexêziyê de qelema risas bi kar anî, paşê rengên zeytî û avî bi kar anî.

Mihemed Mihyedîn di tabloyên xwe de dîmenên xwezayê û dîdariyan nîşan dide, her wiha girîngiyê dide rûyê jinê û bi vî awayî dema valatiya xwe bi xêzkirinê wêneyên malbat û hevalên xwe derbas dike.

TEV LI PÊŞANGEHÊN DIBISTANÊ BÛYE

Mihemed Mihyedîn bi dilhezî li ser gelek dîwarên dibistanên Dêrikê wêne xêz kirine û tev li gelek pêşangehên bûye û tê de tabloyên xwe yên bi rengên zeytî û hûnerî pêşandin. Rêveberiya Dibistana Yusif El-Ezmê ya li Dêrikê û xwendekarên wê kêfxweşiya xwe bi tabloyên Mihemed Mihyedîn anîn  ziman.

Malbata Mihemed ji kurên xwe  re alavên  guncaw peyda kirin, ji qeleman bigire û heta bi defteran derkeve, da ku fikrên xwe hino hino li ser kaxizan diyar bike.

Mihemed Mihyedîn dema qedexeya derketina derve ya ku li Dêrikê hatibû ferzkirin, piraniya wexta xwe da wênesaziyê û gelek  wêneyên malbata xwe, hevalên xwe û wêneyên xwezayê xêz kirin.

Mihemed Mihyedîn der barê behre û afrînerîya xwe de wiha dibêje: "Fêrbûna min ji wênexêziyê re zikmakî ye, ji ber ku di malbatê de tu kes wênexêziyê nake, lê dîsa jî malbatê min teşwîq  kir û alavên  pêwîst ji min re dabîn kir."

Heta niha Mihemed Mihyedîn derdora sed tabloyan xêz kiriye, hin ji wan bi qelema resas in û hin jî bi rengên zeytî û avî ne.

Kurê Dêrikê Mihemed Mihyedîn dixwaze hunergehekê taybet bi xwe veke, da ku herêmê dewlemend bike û nameya xwe bigihîne cîhanê û beşdarî pêşangehên cîhanî bibe.

(eh)

ANHA