Li herêma Firatê akademiyek ji bo zarokên şehîdan hate vekirin

Li kantona Kobanê li ser asta herêma Firatê akademiyek ji bo zarokên şehîdan hate vekirin. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê got ji bo parastina zarokên şehîdan ji rêbazên şerê taybet ê ku dewleta Tirk bi rêya wê hewl dide civakê ji cewherê wê dûr bixe, ev gav hatiye avêtin.

Li herêma Firatê akademiyek ji bo zarokên şehîdan hate vekirin
11 kanûn, 2020   09:35
KOBANÊ-NÎHAD KEROÎ

Meclisa Malbatên Şehîdan bi armanca vekirina akademiyê li herêma Firatê xebatên pêwîst bi aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser re didomîne.

Bawernameyên ku Akademiya Şehîd Amkîhan dide, mîna bawernameyên ku derçûyên zanîngehên Rojava bi dest dixin. Rê li pêşiya zarokên şehîdan vedike da ku di nava saziyên Rêveberiya Xweser de kar bikin.

Akademî ji du beşan pêk tê, beşa pratîk a ku ji zimanên kurdî, erebî, îngilîzî û rûsî pêk tê. Endamên wê bawernameyê bi dest dixin û li gorî wê dikarin di saziyên Rêveberiya Xweser de kar bikin. Beşa din ya fikrî, di vê beşê de waneyên fikrî ji tevahiya endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê re tên dayîn.

Der barê vekirina akademiyê li Kobanê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî got: “Ji bo dabînkirina mafên zarokên şehîdan ên ku ji mafê xwendinê bê par mane, me akademî vekir. Bi taybet di dema dawî de piştî ku êdî pêwîstiya kar di saziyên Rêveberiya Xweser de bi kesên xwedî bawername çêbû.”

Eyşe Efendî wiha domand: “Armanca me jî guhertina zîhniyeta civakê ye. Lewra wek gaveke pêşîn, beşdarên akademiyê dê di dewreyên fikrî re derbas bibin. Armanca duyemîn jî em zarokên şehîdan ji windabûnê biparêzin, nexasim ku di vê dawiyê de dewleta Tirk tevahiya rêbazên şerê taybet li dijî civaka me dimeşîne.”

Eyşe Efendî di dawiyê de got: “Êdî dem dema pêşxistina civakê bi rêya zanistê ye. Da ku em li hember timayên li dijî me bisekinin.”

3

Têkildarî heman mijarê hevseroka Akademiya Şehîd Amkîhan Ronahî Heco jî wiha axivî: “Li akademiyê dewreyên fikrî dest pê kirin. Di demeke nêz de dê dewreyên perwerdeyê dest pê bikin. Dihat payîn ku ev dewre di meha borî de dest pê bikirina, lê ji ber qedexeya derketina derve ya giştî dereng man.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4SnzXRVZLic" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>