Washingtonê cezayên nû li serokê Çeçenistanê ferz kir

Ji ber binpêkirina mafên mirovan, DYA`yê cezayên nû li serokê Çeçenistanê Remedan Qadîrov ferz kirin.

Washingtonê cezayên nû li serokê Çeçenistanê ferz kir
11 kanûn, 2020   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, DYA`yê ragihand ku ji ber binpêkirinên mafên mirovan li Çeçenistanê dê cezayên nû li serokê Remadan Qedîrov û hêzên wî yên leşkerî ferz bike.

Wezareta Edaletê ya DYA’yê bi daxuyaniyekê wiha diyar kir: “Qadîrov û hêzên wî yên bi navê Qadîrovetsî li pişt kuştina Borîs Nîmtsov in û mafên mirovan binpê kirine.”

Nîmtsov ku berê cîgirê serokwezîr bû, bû dijberekî serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û di 2015`an de li Moskovê hate kuştin.

Ji Tîrmeha par de qedexe ye ku Qadîrov (44) bikeve Amerîkayê û ji 2017`an ve DYA cezayan lê ferz dike.

(şx)