Trump: Mexrib û Îsraîlê li ser normalîzekirina têkiliyan li hev kirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Fas/Mexrîb û Îsraîlê li ser avakirina têkiliyên dîplomatîk li hev kirin

Trump: Mexrib û Îsraîlê li ser normalîzekirina têkiliyan li hev kirin
10 kanûn, 2020   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Donald Trump li ser hesabê xwe yê twîtterê got: "Rojeke din a dîrokî… Herdu hevalên me yên mezin Îsraîl û qiraltiya Mexribê li ser avakirina têkiliyên dîplomatîk li hev kirin. Îro belgeyek hate îmzekirin ku îtîrafê bi serdestiya Mexribê ya li sehrayê tê kirin. Pêşniyara Mexirb a cidî û realîst ji bo hikumetekî xweser bingeha tekane ya çareseriya adil û daîm ji bo pêkanîna aştiyek daîm û pêşxistinê ye."