Jinên ciwan nerazîbûn nîşanî tecawiza li Êlihê da

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê êrişên zayendî berpirsên dewleta Tirk a li ser zaroka 15 salî ya li gundê Kercews a Êlihê şermezar kirin û got: "Ev sûc asta wesifkirin derbas dike, divê êrişkar werin muhasebekirin."

Jinên ciwan nerazîbûn nîşanî tecawiza li Êlihê da
10 kanûn, 2020   17:24
HELEB

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê, li pêşiya navenda yekitiyê kom bûn, pankartên "Na ji tundî û qetilkirina jinan re" hilda bûn.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Emîna Ebdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "sedsala 21'an sedsala azadiya jinan e. Li seranserî cîhanê jinan jinên Kurd bi taybet asta berxwedan û têkoşîna xwe li hemberî pergalên desthilatdar û dispotî bilind kirin da ku bi vîna xwe bi azad û wekhevî bijîn.

Ji ber vê yekê pergalên kapîtalîst, di serî de pergalên desthilatdar jinan dikin armanc û hemû cure tundî li dijî wan pêk tîne da ku dengê wan bisekinîni û azadiya wan binpê bike.

Li djiî jinan tundiya fîzîkî, fikirî û dirûnî tê meşandin. Ya herî dawî êrişa zayendî ya 27 berpirsên hikumeta Tirk a li dijî zarokeke 15 salî  bû. Ev sûc asta wesifandinê derbas dike ku dewleta Tirk bi xwe fermana wê daye.

Em Yekitiya Jinên Ciwan van kiryarên ne mirovî û ne exlaqî şermezar dikin û qebûl nakin. Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî yên mafên jin û mirovan dikin ku li hemberî van binpêkirinan bi sekinin û sûcdaran darizînin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rFoS1ahMPZE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>