​​​​​​​SOHR: Di teqîna li Serêkaniyê de 14 dagirker hatin kuştin

SOHR ragihand ku di teqîna li Serêkaniyê de 16 kes hatin kuştin, di nav de 3 leşkerên dewleta Tirk û 11 jî çete ne.

​​​​​​​SOHR: Di teqîna li Serêkaniyê de 14 dagirker hatin kuştin
10 kanûn, 2020   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmara kesên di teqîna li Serêkaniyê de hatine kuştin derket 16 kesan, di nav de 3 leşkerên Tirk (1 jê efser), du sivîl û 11 çeteyên "Polîsên sivîl û Sultan Murad in".

Li gorî SOHR, dibe ku hejmara kuştiyan zêde dibe, ji ber ku 12 birîrndar hene rewşên wan giran ku di nav de leşkerên Tirk jî hene. Her wiha agahî li ser birîndarên din nine.