Koçberên ji Reqa, Tebqa û Holê vedigerin bajarên xwe

Ji bo pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser a vegerandina malbatên sûrî yên li kampa Holê ji bajarên wan re, rêveberiya kampê beşa 7`emîn a şêniyên Reqa û Tebqayê bi rê kirin bajarên wan.

Koçberên ji Reqa, Tebqa û Holê vedigerin bajarên xwe
Koçberên ji Reqa, Tebqa û Holê vedigerin bajarên xwe
Koçberên ji Reqa, Tebqa û Holê vedigerin bajarên xwe
Koçberên ji Reqa, Tebqa û Holê vedigerin bajarên xwe
10 kanûn, 2020   13:56
HESEKÊ

Rêveberiya kampa Holê demeke berê ji ANHA`yê re diyar kiribû ku piştî derketina beşa 6`emîn ew navên malbatên ji Reqa û gundewarên wê ku dixwazin derkevin, qeyd dikin.

Malbatên ku li ser beşan derdikevin, piştî ku kefaletê didin, derdikevin. Ew yek di çarçoveya biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ya 10`ê Cotmehê ku di encama civîna 5`ê Cotmehê ya di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk, Desteya Kar û Barên Civakî û Desteya Hundirîn de, pêk tê.

Beşa 7`emîn ji 105 malbatan anku ji 350 kes ji bajarên Reqa û Tebqayê pêk tên. Malbatan belgeyên ku piştrast dikin ku ew ji wan herêman in, pêşkêş kirin û piştre derketin.

Dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bi koçberên ku ji kampên tên birêkirin re bin, da ku malbatên koçber biparêzin û wan radestî xizmên wan bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beşa 6`emîn ji malbatên sûrî yên koçber di 24`ê Mijdara borî de ji kampa Holê derketibûn.

(cx)

ANHA