​​​​​​​Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî teqîn

Erebeyeke bombebarkirî li ser bendeke kontrolê ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî teqiya.

​​​​​​​Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî teqîn
​​​​​​​Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî teqîn
​​​​​​​Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî teqîn
10 kanûn, 2020   13:48
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên ku agahî dane, erebeya bombebarkirî li ser rêya bajarê Hesekê li rojhilatê bajarê Serêkaniyê teqiya.

Li gorî heman çavkaniyan, di encama teqînê de kuştî û birîndarên çeteyan hene, lê hejmar nehate zanîn.

Her wiha ji ber teqînê, zerar gihîşt baregeha çeteyan a li ber bendê kontrolê.

ANHA