Ciwanên Minbicê: Em ê li hemberî dagirkeran li ber xwe bidin

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên li dijî civaka êzidî ya li Şengalê şermezar kirin û piştrast kir ku ew ê li hemberî dagirkeran li ber xwe bidin.

Ciwanên Minbicê: Em ê li hemberî dagirkeran li ber xwe bidin
10 kanûn, 2020   14:06
 MINBIC

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Norşan Silo li bajarokê Ebû Qelqel daxuyanî xwend. Endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Ciwanan pankartên “Bi yekitî û berxwedana gelan em ê li hemberî sûcên li dijî Şengalê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe bidin” hildan.

Di daxuyaniyê de ciwanan destnîşan kir ku gelê Şengalê ji ber şertên ku tê re derbas bûye, ne aram bû, piştî ku xwe parast û rêveberiya xwe ava kir, îro dewleta Tirk û ajandeyên wê yên ku bi navê olê bang dikin, careke din hewl didin komkujiyan li dijî wan dubare bikin.

Di daxuyaniyê de ciwanan bêdengiya navneteweyî ya li hemberî mudaxeleyên dewleta Tirk di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar kirin.

Di dauxyaniyê de Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger soza berxwedana li dijî sûc û mudaxeleyên derve da. Her wiha soz dan şêniyên Şengalê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li hemberî dagirkeriyê bisekinin û nehêlin ku ew derbasî axa rizgarkirî bibin.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/2hWem5w_zgM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>