Kongreya Star banga muhesebekirina sedemkarên kuştina jinan kir

Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê sûcên ku li dijî jinan tên kirin şermezar kirin û banga darizandina sedemkarên kuştina jinan kir.

Kongreya Star banga muhesebekirina sedemkarên kuştina jinan kir
10 kanûn, 2020   13:45
HESEKÊ

Beriya çend rojan, jina bi navê Selwa Silêman Elî ya ji navçeya Dirbêsiyê piştî nakokiya bi hevjînê xwe re, agir berda bedena xwe. Malbata wê ew rakir nexweşxaneyeke Hesekê, lê tevî hemû hewldanan, Selwa jiyana xwe ji dest da.

Der barê vê mijarê de Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê daxuyaniyek da. Bi dehan jinên navçeyê û endamên saziyan tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya navçeya Dirbêsiyê Nesrîn Memî daxuyanî li pêşiya mala Selwayê xwend.

Kongreyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dema ku jin asta têkoşîna xwe li tevahiya qadan mezin dikin û civakê bi rê ve dibin, civaka mêrdest desthilata xwe li jinan ferz dike, cureyên cuda yên tundiyê li dijî wan pêk tîne û ji mafên wan bê par dihêle. Kongreyê bi bîr xist ku zexta derûnî û tundiya bedenî ya li dijî jinan, sedema zêdebûna hejmara bûyerên xwekuştinê ye ku di civaka herêmê de tune bû. 

Kongreyê di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku Selwa ji ber tundiya ku li dijî wê hatiye kirin û ji bo ku xwe ji lêdanê û têkiliyên nebaş xilas bike, xwe şewitand.

Kongreyê di dawiya daxuyaniya xwe de bi navê rêxistinên jinan, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Komîteya Jinan a Rêveberiya Xweser û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiyê bang li tevahiya aliyên têkildar kir ku sedemkarên bûyerên xwekuştina jinan ceza bikin.

Her wiha soza parastina rêgezên tevgera jinan ji tundiyê û mezinkirina asta têkoşînê ji bo avakirina civakeke demokratîk li ser bingeha jiyana hevbeş da.

Di dawiya daxuyaniyê de jinan sloganên şermezarkirina kuştina jinan berz kirin.

(şx)

ANHA