'Dibe ku Netanyahu di demeke nêz de serdana Qahîreyê bike'

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê di demeke nêz de serdana paytexta Misirê Qahîreyê piştî vexwendina fermî ji serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî, bike.

'Dibe ku Netanyahu di demeke nêz de serdana Qahîreyê bike'
10 kanûn, 2020   12:35
XEZA

Kanala 7 a Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, ragihand ku Netanyahu vexwendnameyek fermî ji serok El-Sîsî girt da ku serdana Misirê di demeke nêz de bike.

Rojnameya ‘Îsrael Hayom’ jî da zanîn ku Netanyahu dê di demeke nêz de serdana fermî ya Misirê bike û destnîşan kir ku Netanyahu dê bi serokê Misirê re li ser xurtkirina hevkariya ewlehiyê nîqaşan bike.

Rojnameyê diyar ku serdan dê fermî be lê ne veşartî ye û diyar kir ku heya niha cihê civînê li Qahîreyê yan Şerm El-Şêx e, nehatiye diyarkirin. Lê belê rojnemayê destnîşan kir ku dibe ku ji ber sedemên nediyar serdan bê derengxistin an jî betalkirin.

(dm)