Balafirên artêşa Tirk Herêmên Parastinê yên Medayê bombebaran kirin

HPG`ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Balafirên artêşa Tirk Herêmên Parastinê yên Medayê bombebaran kirin
10 kanûn, 2020   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên esmanî yên artêşa Tirk a dagirker a 5,6,7 û 9’ê Kanûnê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

"Artêşa TC’ê ya dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên xwe didomîne. Dewleta Tirk bi weşanên xwe yên medyaya şerê taybet, radigihîne ku gerîla şehîd bûne. Daxuyanî û nûçeyên tên dayîn derew in. Di van êrîşan de tu gerîlayek me şehîd nebûye.

Êrîşên ku pêk hatine wiha ne:

5`ê Kanûnê saet 13:30’î balafirên şer Geliyê Ga yê devera Meyrokê ya Herêma Garê bombebar kir.

5`ê Kanûnê saet 13:15 û 17:30’î balafirên şer Zendûra a herêma Metînayê bobmebaran kir.

6`ê Kanûnê saet 13:30’î balafirên şer derdora Gundê Bêbadê ya herêma Garê bombe kir.

6`ê Kanûnê saet 21:15’ê derdora Gundê Banikê ya herêma Heftanînê bombebaran kir.

7`ê Kanûnê saet derdora 13:30-14:30’î balafirên şer bombe li dora gundê Beşîrî û devera Tepê Herkî yê herêma Metîna barandin.

7`ê Kanûnê saet 14:00’an balafirên şer bombe li derdora gundê Sîtê ya devera Kurojahro ya Herêma Zapê barandin.

9`ê Kanûnê saet 23:30’î balafirên şer bombe li qontarên Çiyayê Reş barandin.

9`ê Kanûnê saet 13:10’ê devera Kunîşka a Herêma Zapê û saet 14:15’ê jî devera Sîda balafiran bombebaran kirin.”