Li Kobanê şehîd Mehmûd Mişo hat oxirkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê cenazeyê endamê Hêzên xweparastinê şehîd Mehmûd Mişo li Goristana Şehîd Dicle Kobanê oxir kir

Li Kobanê şehîd Mehmûd Mişo hat oxirkirin
10 kanûn, 2020   12:26
KOBANÊ

Ji ber rewşa qedexeya derketina derve ya li ser herêmê hatiye ferzkirin, hejmarek ji şêniyan, malbata şehîd Mehmûd û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî merasima oxirkirinê bûn.

Şehîd Mehmûd Mişo (Mehmûd Kobanê) duh di bûyerek trafîkê de li bajarê Kobanê dema li ser  erka xwe bû, şehîd bû.

(dm)

ANHA