Gera duyemîn a danûstandinên Lîbyayê destpê dike

Îro gera duyemîn a danûstandinên di navbera şandeya navneteweyî ya Lîbyayê û endamên diyaloga siyasî ya lîbyayî de destpê dike.

Gera duyemîn a danûstandinên Lîbyayê destpê dike
10 kanûn, 2020   09:17
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya navneteweyî ya Lîbyayê ji bo şopandina nîqaşên girêdayî makenîzmeya diyarkirina desthilata rêveber li ser bingeha encamên dengdayîna makenîzmeyên ku hatine pêşniyarkirin, 75 endamên diyaloga lîbyayî vexwendin civîneke online.

Endamên diyalogê di hefteya borî de 10 makenîzmeyên ku şandeya navneteweyî girêdayî diyarkirina meclisa serokatiyê û serokê hikumetê pêşniyar kirine, daxistin dengdayînê û di encamê de yek mekanîzme hate hilbijartin.

Şandeyê rave kir ku ew ji vê civînê armanc dike ku aliyên Lîbyayê bigihêjin rêyeke guncew ji bo pêkanîna nexşerêya ku li ser hatiye lihevkirin.

 (şx)