Pêrêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdana serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirin.

Pêrêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10 kanûn, 2020   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Raziye Tûrgût, Rêzan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklû ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 sal di navbera 2’ê Gulanê û 7’ê Tebaxa 2019’an de 5 caran bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, di 23’ê Îlonê de bi behaneya “nexşerêya” ku Ocalan di sala 2009’an de amade kiribû û ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, ji bo 6 mehan hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re qedexe kiribû.