‘Mafên Mirovan’ ne rojekê, her roj pîroz e!

Bi boneya Roja Mafên Mirovan Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, Komeleya Wêjekarên Kurd û Navenda PENa Kurd diyar kirin ku tevî ku 70 sal in ev roj tê pîrozkirin jî, lê hîna li seranserê cîhanê maf û azadiya mirovan ji berê zêdetir tê binpêkirin.

‘Mafên Mirovan’ ne rojekê, her roj pîroz e!
10 kanûn, 2020   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Her sal 10`ê Kanûnê wekî Roja Mafên Mirovan tê pîrozkirin, ku di sala 1948`an de Danezana Mafên Mirovan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve (NY) bi awayekî fermî hatibû pejrandin.

Bi vê boneyê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, Komeleya Wêjekarên Kurd û Navenda PENa Kurd daxuyaniyên cuda dan û ev roj pîroz kirin.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku Tirkiye welatê herî zêde ye ku hemû mafên mirovan û azadiyê binpê dike û bi hezaran kes di girtîgehên wê de tên ragirtin.

Di daxuyaniya Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, Komeleya Wêjekarên Kurd de, wiha hate gotin:

"Di 10'ê Kanûna 1948'an de Danezana Mafên Mirovan ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat qebûlkirin. Loma ev roj her sal wekî Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê tê pîrozkirin. Li gor madeyên 1-2-3 yên danezanê hemû mirov di warê mafên wekhevî, azadiyê de wekî hevdu ji dayik dibin. Hemû mirov bêyî cudahiya reng, zayend, ol, siyaset û hwd. dikarin fêdeyê ji azadî û hemû mafan bigirin. Her wiha mafê jiyanê, azadiyê û ewlehiyê mafên hemû kesan e. Lê mixabin dema em li pratîka cîhanê dinêrin dewletên ku îmze avêtine binê vê danezanê mafên hemû mirovan naparêzin û binpêkirina mafan her tê rojevê.

  Li Tirkiyê jî bi taybet piştî hewildana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an êriş li ser mafê jiyanê, civîn, mafê xwepêşandanê, azadiya raman tên kirin. Îro li girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê dema em dinêrin bi sedan rojnameger û nivîskar di zindanan de ne û mafên wan tên bipêkirin.

Tevî mafê rewa yê axaftin û perwerdeya bi zimanê kurdî hîn nehatiye mîsogerkirin, nivîskar û rojnameger nikarin ramanên xwe bi awayekî azad bînin ziman, dema tînin ziman bi tundî, zext û binpêkirina mafan rû bi rû tên hiştin.

Divê nivîskar û rojnamegerên di girtîgehan de serbest bên berdan û binpêkirina mafên pê bi rû bi rû dimînin bi dawî bibe. Zext û tundiya li ser wan ne adil e. Em ê wekî Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê heta dawî li dijî vê yekê bin. Di Roja Mafê Mirovan de em hêvî dikin ku nivîskar û rojnamegerên kurd ên hêz û baweriya civakê ne û nivîskar û rojnamegerên hemû cîhanê bigihêjin azadiya xwe. Bi pênûs û kamereya xwe ragihandina rastiyê bi awayekî azad bidomînin."

Daxuyaniya Navenda PENa Kurd jî wiha ye:

"‘Roja Mafên Mirovan’ ew roj e ku ji sala 1950`î ve her sal 10-ê Berfanbarê ango Kanûnê, li seranserê dinyayê tê pîrozkirin. Sedema hilbijartin û pîrozkirina vê rojê ew e ku 10`ê Berfanbara 1948-ê, ‘Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan’ hatiye pejirandin. Ev roja ku 72 sal beriya niha ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin, ji 30 xalên bingehîn ên mafên mirovan pêk tê.   

Piştî Şerê Cîhanê Yê Duyemîn, dewletên dinyayê bi armanca ku maf û azadiyên mirovan bêne garantîkirin û parastin, li hev kom bûn û derbarê vê yekê de ketin nava keftûleft û hewldanekê. ‘Belavoka Mafên Mirovan’ ji hêla ‘Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî’ ve, Hezîrana 1948-ê hate amadekirin û 10ê Berfanbara 1948-ê, di civat û rûniştina Lijneya Giştî ya vê dezgehê ku li Parîsa paytextê Fransayê pêk hat de, hate pejirandin. Ji 58 welatên endam, 56 welat beşdarî rûniştinê bûne. 6 welatên Sosyalîst, bi hinceta ku wê çîna karker bi çînên serdestan re bikevin nava lihevkirinan, li beramberî hinek xalan şerha xwe danîn û bêalî man.

Ew welatên ku bêalî man ev bûn: Yekitiya Sovyeta Sosyalîst, Belarus, Ukrayna, Çekoslovakya, Polonya û Yugoslavya. Ji bilî van 6 welatan, Erebistana Siûdî û Yekitiya Efrîkaya Başûr jî, ji bo tevahiya belavokê dengê ‘bêalî’ bi kar anîn. Belavok, bi dengên welatên din ango bi dengên 48 welatên mayî hate pejirandin. Du sal piştî pejirandina danezan û belavokê ango sala 1950î, 10ê Berfanbarê wekî ‘Roja Mafên Mirovan’ hate pejirandin û ji wê rojê ve tê pîrozkirin.

Danezan ango Belavoka Gerdûnî ya Mafên Mirovan heta niha li bêhtirî 300 zimanên dinyayê hatiye wergerandin. Bi vê taybetmendiya xwe, bûye belgeya mafên mirovan ku herî zêde li zimanên dinyayê hatiye wergerandin.

4 meh piştî pejirandina danezanê, Tirkiyeya ku endameka Neteweyên Yekbûyî ye, di Nîsana 1949-ê de, ev danezan pejirand.   

Cihê mixabîniyê ye tevî ku 72 sal di ser vê danezanê re derbas jî bûne û 70 sal in ku ev roj tê pîrozkirin jî, li seranserê dinyayê di warê maf û azadiyên mirovan de binpêkirin kêm nebûne, berevajî vê her ku çûye zêdetir bûye.

Navenda PENa Kurd, di bin sîwana PENa Navneteweyî de qedir û qîmeteke mezin dide mafên mirovan, derbirîna fikir û ramanan û ev nirxên hanê ji bo wê xetên sor in.

Hê jî mafên bingehîn ên gelê kurd nehatine parastin û mîsogerkirin, zimanê wan hê jî di bin çepera qedexekirin û pişaftinê de ye, fikir û ramanên wan hê jî di bin astengiyê de ne. Nivîskar, wergêr, akademîsyen û rojnamegerên wan yan di hepis û zindanan de ne, yan li ber deriyên hepsan in yan jî li dîwanên dadgehan bixwe ne. 

Bi vê helkeftê em ‘Roja Mafên Mirovan’ bi dilekî xemgîn pîroz dikin û eşkere dikin ku ji bo bicihanîna maf û azadiyan em ê herdem di nava hewldanan de bin û li ber xwe bidin."