Hemleya "Ji bo darizandina dîktator 100 sedem"didome

Çalakvanên TJK-E`yê hemleya komkirina îmzeyan a ji bo darizandina rayedarên Tirk ya bi dirûşma ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ dewam dikin.

Hemleya "Ji bo darizandina dîktator 100 sedem"didome
10 kanûn, 2020   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) kampanyayeke bi navê ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ dabû destpêkirin.

Li Den Haagen a Hollandayê jinên Kurd li ber şaredariyê stand vekir û îmze kom kirin. Jinan li dijî bûyera tecawizê ya li Kercewsê ya Êlihê jî dowîz vekirin.

Kampanyaya îmzeyan li ser malpera www.100-reasons.org didome.

TJK-E dê di çarçoveya kampanyayê de di 10’ê Kanûnê de li pêşiya Konseya Ewropayê û li pêşiya Parlamentoya Berlînê ya Almanyayê û di 12’ê Kanûnê de jî li Baselê çalakiyên girseyî li dar bixe.

(cx)