Rojnameyên erebî: Washington, Tehran û Şamê tawanbar dike ku piştgiriya DAIŞ`ê dikin

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, her wiha encamên hevdîtina El-Sîsî û Macron û aloziyên li Lubnan û Lîbyayê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Washington, Tehran û Şamê tawanbar dike ku piştgiriya DAIŞ`ê dikin
10 kanûn, 2020   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

'WASHINGTON, TEHRAN Û ŞAMÊ TAWANBAR DIKE KU PIŞTGIRIYA DAIŞ`Ê DIKIN`

Der barê mijarê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Nûnerê Amarîkayê ji bo Sûriyê Joel Rayburn got welatê wî agahdar bûye ku rejîma serokê Sûriyê Beşar El-Esed û Îran piştgiriya komên rêxistina "DAIŞ"ê dikin da ku êrişî herêmên di bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk de bikin û aramiya wê têk bibin û hêzên Amerîkayê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxin.

Rayburn di civîneke Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê de axivî û got wî serdana herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye û di hevdîtinên xwe de "giranî daye awayên derxistina milîsên Îranê ji herêmê."

Der barê heman mijarê de şandêrê Brîtanyayê bo Sûriyê Martin Langden di gotareke xwe de ku dê îro Şerq El-Ewset biweşîne got: "Sûriye li ber keviya têkçûnê ye, aloziya civakî û aborî rewşa Sûriyan giran dike."

'EL-SÎSÎ PIŞTGIRIYA ŞERÊ MACRON Ê LI DIJÎ ÎXWANAN DIKE'

Der barê hevdîtina serokên Misir û Fransayê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Serokê Misirê Ebdullfetah El-Sîsî ji bo serdana Fransayê demeke siyasî ya guncaw hilbijart, di heman demê de daxuyaniyên dijwar li dijî koma Îxwanan dan.

Daxuyaniyên serokê Misirê wek piştgiriya serok Emmanuel Macron li dijî komên îslama radîkal yên ku ji aliyê Îxwanan ve têne birêvebirin, hate pênasekirin.

El-Sîsî got Qahîre û Parîs rastî terorê tên û bi hev re li pir eniyan şer dikin.

Qahîreyê salên derbasbûyî her hewl da dewletên rojava hişyar bike ku koma Îxwanan nehewînin û digot ev siyaset dê zirarê bigihîne welatiyên wan, lê van dewletan guh nedan şîretên wî, heta ku ev kom mezin bû û êdî bûye metirsiyeke mezin.”

'ÎXWANÊN LÎBYAYÊ NIKARÎN DEST DEYNIN SER PARLEMANÊ'

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Tevî ku hejmara beşdarên civîna Gidamisê temam jî bû, lê Îxwananên Lîbyayê nekarî parlemanê têxin bin destê xwe û hewldana wan a derbeya li dijî serokê parlemanê Eqîla Salih têk çû. Lewma projeya xwe veguhastin civîneke din ku dê rojên 21 û 22 Kanûnê were lidarxistin. "

Çavdêr dibêjin armanca Îxwanan ew e ku parçebûna di nava meclisê de kûr bikin û hin endamên wê tev li meclisa Trablusê bikin. Her wiha diyar kirin ku Îxwan dixwazin piraniya dengan bi dest bixin û wan bi pereyan bikirin, da ku parleman doza derxistina hêzên biyanî û çeteyên Erdogan neke.”

Der barê geşdanên li Lubnanê rojnameya El-Nehar nivîsî: "Dihate payîn ku pêşketinek çêbe, her wiha dihate hêvîkirin ev pêşketin bibe destpêka zayîna hikumeteke nû û ji bo lubnaniyan bibe diyariya cejna Noelê, lê nebû.

Lê dîsa jî dikare were gotin ku serok El-Herîrî duh însiyatîfek pêk anî û di mijara avakirina hikumetê de pêşketinek çêkir."

(kn)