Navenda ziwageha garis li Reqayê heta niha 13 hezar ton garis wergirtiye

Ji  destpêka Mijdara derbasbûyî ve, navenda ziwageha garis a Komîteya Çandiniyê ya li Reqayê 13 hezar ton garis wergirtiye.

Navenda ziwageha garis li Reqayê heta niha 13 hezar ton garis wergirtiye
10 kanûn, 2020   08:03
REQA

Navenda ziwageha garis a li bakurê Reqayê, rojane derdora 650 ton garis zuha dike û li gorî rêveberiya kargehê, di meha derbasbûyî de derdora 13 hezar ton wergirtine.

Endamê Rêveberiya navenda ziwageha garis, Hisên Xilêfan diyar kir ku kar li gorî hevkariya di navbera beşa Irşadî ya li gundewarên Reqayê û bi Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê re bi rê ve diçe.

Hisên Xilêfan  da zanîn ku navendê barê cotkaran sivik kiriye û rê li keysbaziya bazirganan girt.

Têkildarî miqdarê di depoyan de, Hisên Xilêfan got derdora 8 hezar ton şandine guvaşgehên zeyta garis a li Qamişloyê û Hesekê.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/12/10/080511_reqa-candin-1.jpg

Têkildarî mekanîzmaya wergirtina garis ji cotkaran, Hisên Xilêfan bang li cotkaran kir ku piştî kerta xwe ji beşa Irşadiyê ya li herêma cotkar lê dimîne qut bike, hilberînên xwe berhev bikin, da ku dema hilberîn were zuhakirin, zêde nekeve ser hev.

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê, Ehmed Elî diyar kir ku li gorî nirxê ku Desteya Çandiyê ya Bakur û Rojhilê Sûriyê diyar kiribû, wan derdora 500 fatore qut kirine û li gorî radeya hilberînê ya ku paqijî û asta şiliya wê diyar dike, ji bo her tonekî ji 340 hezar lîreyên Sûriyê heta 425 hezara ton dan.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/12/10/080439_reqa-candin-2.jpg

Komîteya Aborî ya li  Reqayê bi hevkariya Gerînendetiya Çandiyê û bi piştgiriya Desteya Abdorî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bakurê Reqayê, navenda ziwageha gairs vekir. Navendê ji Mijdarê ve dest bi wergirtina hilberînan kir û lêçûna projeyê derdora 320 hezar dolar e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q_7HCUG5tqM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>