Washington wê Qanûna Qeyser fireh bike

DYA`yê ragihand ku ew hewl dide qada ferzkirina qanûna Qeyser a li ser Sûriyê fireh bike û li hinek aliyên ne sûrî di nav de aliyên rûsî ferz bike.

Washington wê Qanûna Qeyser fireh bike
10 kanûn, 2020   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê  Amerîkayê yê Karûbarên Sûriyê Joel Rayburn di civîna parlamentoya Amerîkayê de ya têkildarî ferzkirina qanûna Qeyser li ser kesên ne sûrî, got ku welatê wî dê di pêşerojê de cezayên Qeyser li kesên din jî ferz bike.

Joel Rayburn bi bîr xist ku dibe ev qanûn li kes û aliyên rûsî were ferzkirin û Washington ji vê yekê armanc dike ku Beşar El-Esad bê desteka biyanî bihêle.

Derbarê firehkirina Qanûna Qeyser beriya 20`ê Çileyê ango beriya destpêkirina Jeo Biden bi erkê xwe, Joel Rayburn destnîşan kir ku ew niha nikare deteyan parve bike, lê DYA`yê hewl dide di demeke nêz de hinek gavan bavêje.

Girêdayî heman mijarê berpirsê amerîkî da zanîn ku bê çareseriya siyasî, tu alîkariyên ji nû ve avakirinê ji Sûriyê re nayên pêşkêşkirin.

 (şx)