Gundewarên Minbicê dibin armanca artêşa Tirk û çeteyên wê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên bakur û rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran dikin, lê şênî û şervan di berxwedana xwe de bi israr in.

Gundewarên Minbicê dibin armanca artêşa Tirk û çeteyên wê
Gundewarên Minbicê dibin armanca artêşa Tirk û çeteyên wê
Gundewarên Minbicê dibin armanca artêşa Tirk û çeteyên wê
Gundewarên Minbicê dibin armanca artêşa Tirk û çeteyên wê
Gundewarên Minbicê dibin armanca artêşa Tirk û çeteyên wê
Gundewarên Minbicê dibin armanca artêşa Tirk û çeteyên wê
Gundewarên Minbicê dibin armanca artêşa Tirk û çeteyên wê
Gundewarên Minbicê dibin armanca artêşa Tirk û çeteyên wê
10 kanûn, 2020   07:31
MINBIC-SELWA ABDUREHMAN

Di demên dawîn de artêşa Tirk û çeteyên wê gundên bakur û rojava yên Minbicê zêde topbaran dikin, di encamê de ziyan gihandin mal û milkên sivîlan.

Li gel topbaranên li dijî herêmê jî, çete zeviyên nêzî sînor dikin armanc, lewra şênî nikarin erdên xwe biçînin û hilberînên wê berhev bikin, di heman demê de çete zeviyan talan dikin û didizin.

Şêniyê bi navê Abdulkafî Mihemed yê ji gundê Cat axivî û got rojane artêşa Tirk û çeteyên wê gund topbaran dikin.

ꞌZEVÎ NAYÊN ÇANDIN Û HILBERÎN TÊNE TALANKIRINꞌ

Abdulkafî Mihemed di berdewamiya gotina xwe de destnîşan kir, ku ew êdî nikarin li malên xwe jî rûnên, ji ber bi şev û bi roj gule têne reşandin, nexasim di saetên derengiya şevê de, derbeyên ku têne avêtin bi gelemperî ji baregeha Tirkiyê ya li herêmê ku 1KM dûrî xeta sînor e.

Abdulkafî Mihemed da zanîn ku cotkar debara xwe bi çandiniyê dikin, lê ji ber çete wan dikin armanc, nikarin biçin nav zeviyên xwe, lewma dev ji zeviyên xwe berdane, di dawiyê de çete hilberînên wekî fistiqê helebî û zeytûnan desteser dikin.

ꞌHETA BI PEZ JI TOPBARANÊ NAFILITINꞌ

Abdulkafî Mihemed bi bîr xist ku artêşa Tirk û çeteyên wê, beriya niha gund kirin armanc, heta bi pez topbaran kirin, hîn jî parçe û dewsa parçeyên di laşê pez de ye, ma gelo çi gunehê vî sewalî heye?

Abdulkafî Mihemed piştrast kir ku her çi qasî herêmê topbaran bikin jî, lê dîsa ew dev ji gund û herêmên xwe bernedin û li ber xwe bidin.

ꞌŞERVAN PARASTINA SIVÎLAN DIKINꞌ

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê parastina herêmê û parastina gundên nêzî eniyên şer dikin, ji ber gundên wir rastî topbarana artêşa Tirk tên.

Şervanê bi navê Serhed Ehmed axivî ku ew li nuqteyên leşkerî ne û parastina enî û şêniyên li gundan dikin.

Di dawiyê de Serhed Ehmed diyar kir, ku rojane herêm tê topbarankirin, nexasim di saetên derengiya şevê de, ji ber artêşa Tirk û çeteyên wê dixwazin şêniyan bitirsînin û ewlehiya herêmê têk bibin, di dawiyê de şêniyên neçarî koçberkirinê bikin.

(eh)

ANHA