ꞌDivê em piştgiriya zarokên xwe yên girtî bikinꞌ

Diya girtiyê siyasî Teymûr Enes, Celîla Şêx bang li gelê Kurdistanê kir ku dakevin qadan û piştgiriya girtiyên siyasî yên ku di girtîgehên dewleta Tirk de di greva birçîbûnê de ne, bikin.

ꞌDivê em piştgiriya zarokên xwe yên girtî bikinꞌ
10 kanûn, 2020   07:17
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Ji ber siyasta dewleta Tirk a li dijî girtiyên siyasî dimeşîne û tecrîda li rêber Abdullah Ocalan, 27`ê Mijdara derbasbûyî, girtiyên siyasî yên PKK’ê yên di girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê kir.

Desthilata Tirk Teymûr ê ji navçeya Girkê Legê sala 1999`an girt, ji ber ji bo doza gelê Kurd û misogeriya aştiya li Bakurê Kurdistanê xebat dimeşand, Teymûr 15 salan di girtîgeha Erziromê de ma û paşê hikumê muebed lê hate birîn, paşê ew birin girtîgeha Izmîrê û li wir tev li sedan hevrêyên xwe yên girtî ket greva birçîbûnê.

Celîla Şêx bang li gelê Kurdistanê kir ku dakevin qadan û piştgiriya girtiyên siyasî bikin, ji ber zarokan wan di girtîgehên dewleta Tirk de îşkence lê tê kirin û divê piştgiriya wan were kirin.

Celîla Şêx di berdewama gotina xwe de diyar kir ku girtiyên siyasî şehîdên zindî ne, ji ber vê hêvîdar in ku gel di aliyê manewî de piştgiriya wan bikin, çalakiyan li dar bixin heta armancên girtiyan bi cih bînin.

Celîla Şêx ji destpêka rêber Abdullah Ocalan hate dîlgirtin de, wekî gelek jinan cilên reş li ber xwe kiriye. Celîla Şêx wiha axaftina xwe dewam kir: "Ji destpêka girtina rêbertî û heta niha ez cilên reş li xwe dikim, ji ber vê yekê divê gelê Kurdistanê dakeve qadan û asta têkoşîna xwe bilintir bike û bi vî rihî çalakiyên berdewam bikin, heta rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe."

Celîla Şêx di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Zarokên me di greva birçîbûnê de ne, lewma divê em piştgiriya wan bikin û heta pêkanîna armancên wan divê em moralên wan bilind bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PAasziBgHrU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>