Şêniyên Sirînê topbarana li dijî Eyn Îsayê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin

Şêniyên navçeya Sirînê topbarana dewleta Tirk a li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin û da zanîn dewleta Tirk armanc dike ku herêmên nû ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û bang li civaka navneteweyî kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bisekine û wê rawestîne.

Şêniyên Sirînê topbarana li dijî Eyn Îsayê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
10 kanûn, 2020   06:50
KOBANÊ

Di van demên dawîn de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hewldana serwerîkirina li herêma stratejîk a li ser rêya M4, tevî peymana agirêbestê di navbera Rûsya û wê de, bi dijwarî navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin.

Di vî warî de şêniyên navçeya Sirînê topbaranên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsa û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

Şêniyê bi navê Abdurehîm Xelawî wiha got: "Em topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmê şermezar dikin, ji ber ew birayên em topbaran dike. Her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên me, bi armanca firehkirina rûberê dagirkirina herêmê ye. Mîna beriya vê Lîwa Iskenderon dagir kiriye û tev li xaka xwe kiriye. Bi wê re bang li gelê Sûriyê dikin ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker bibin yek û divê civaka navneteweyî bi lez destwerdanê bike, da ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê, rawestîne."

/kr/uploads/files/2020/12/10/065051_-.webp

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Îbrahîm Hisên wiha da zanîn: "Her rewşa li herêmê aram bû, dewleta Tirk a dagirker topbaran dike. Em nizanin piştî tevahî xirabûnê ku li herêmê kiriye, çi ji me dixwaze. Vê carê jî navçeya Eyn Îsayê topbaran dike. Lê divê civaka navneteweyî destwerdanê bike û çareyekê ji me re deyne û me ji dewleta Tirk a dagirker rizgar bike. Ji ber em ji koçberî û penabertiyê westîne. Em dixwazin bi ewle û aramî bijîn û em şer naxwazin."

/kr/uploads/files/2020/12/10/065107_-.webp

Li dawiyê jî şêniyê bi navê Ehmed Îsa wiha axivî: "Em şer naxwazin, ji ber tenê şer wêraniyê tîne. Em li pariya jiyana xwe û ewlehiyê digerin. Ji ber dê encamên topbarana li dijî Eyn Îsayê karesat bin û gefa li jiyana bi hezaran sivîlên li herêmê dixwe. Divê dewletên pêwendîdar tevbigerin û êrişên li ser herêmê rawestînin. Ji ber gelê herêmê ji jiyana li gel şer de westiye û em dixwazin rewş aram be û rêya di navbera herêman de vebe. Ji ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dagirkirin û êrişkirinê re ew rê girtin."

/kr/uploads/files/2020/12/10/065120_-.webp

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/lKE1jmYwgkg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>