Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 46 kesên din bi koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku 46 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 46 kesên din bi koronayê ketine
10 kanûn, 2020   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku ji ber koronayê jî welatiyekî jiyana xwe ji dest daye û ew jî li kantona Şehbayê ye.

Mistefa da zanîn ku 46 kesên bi koronayê ketine ji nav wan 26 mêr in û 20 jî jin in.

Mistefa anî ziman ku ji nav nexweşiyên koronayê 3 kes baş bûne.

 Hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihaşt 7 hezar û 368 kesan, ji wan 225 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 66 kes jî baş bûne.

(dm)

ANHA