​​​​​​​Li Xezayê ji ber vîrusa Koronayê krîza mirovî heye

Di vê dawiyê de, bajarê Xezayê ji ber belavbûna pandemiya vîrusa Koronayê ketiye pêvajoyeke metirsîdar. Bi wê re jî nîşaneya krîzeke mirovî li Xezayê hene û rewşa tenduristî jî xerab e.

​​​​​​​Li Xezayê ji ber vîrusa Koronayê krîza mirovî heye
10 kanûn, 2020   05:31
XEZA-OMER MÛSA

Ji beriya nêzî mehekê ve, li Xezayê nêzî hezar kes bi vîrusa Koronayê ketine. Her wiha hejmara nexweşên ku ji ber vîrusê dimirin zêde dibe. Wezareta Tenduristiyê di dawiya Tebaxa borî de ragihandibû ku yekemîn kes li parêzgehên girêdayî Xezayê bi vîrusa Koronayê ketiye û got heke rojane hejmara nexweşan 250 derbas nekir, ew ê rewşê kontrol bikin. Piştî 3 mehan ji belavbûna vîrusê li Xezayê, hejmara pêketiyên  vîrusê gelek zêde bûye û hejmara ku wezaretê daniye derbas kiriye. Bi vê yekê astengiyên li pêş qada tenduristiyê ku berê têkçûye, zêdetir bûn.

‘KÊMBÛNA ALAVAN, LI PÊŞ PANDEMIYÊ BÛ ASTENG’

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê ji ANHA’yê re diyar kirine, kêmbûna alav û amûrên taybet ên pandemiyê hişt ku pêşîgirtina belavbûna vîrusê, zehmet bibe. Nexasim di merheleyên destpêkê yên belavbûna vîrusê de, ku di meha Tebaxê de dest pê kir.

Li gorî alavên testê, li gelek laboratorên Xezayê alavên girîng ên çêkirina testên vîrusa Koronayê kêm in.

Berpirsê Daîreya Xizmetên Tenduristî ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eymen Helebî ji ANHA’yê re wiha got: "Li laboratorên me 3 alavên DNA, 5 alavên PCR hene û pêdivî bi 3 alavên PCR ên dîtir hene."

Li aliyekî din jî alavên çêkirinatestên nexweş û şêniyan kêm in. Kêmbûna wê jî hişt ku derfeta wezaretê qels bibe.

Ji dawiya Tebaxê ve heta Mijdarê, rojane testa ji bo vîrusê li Xezayê bi rêjeya 2 hezar heta bi 2 hezar û 500 çêdibû. Di heman demê de pêwîstiya Xezayê bi zêdekirina xebatê heye, da ku belavbûna pandemiyê bi awayekî berfireh bizane. Lê li gorî texmînên tenduristiyê wezaret nikare asta testkirinê bi awayekî guncaw bilind bike. Ew jî piştî kesên bi vîrusê dikevin zêde bûn.

Li gorî berpirsê Daîreya Bijîşkan û Xizmetên Tennduristî ya Wezareta Tenduristiyê Ehmed Şetat, kêmbûna textên ji bo baldariya xurt jî, li pêş çareserkirina aloziyê bû astengiyeke mezin.

Di nexweşxaneyên Xezayê, hikumet û taybet de, 3 hezar û 49 text hene anku bi rêjeya ji sedî 15.1 text ji her 10 hezar kes re.

Li gorî Şetat, pêdivî bi hezar û 700 textên din û texên baldariyê bi taybet hene, daku têrî hejmara şêniyan bike.

Ji wê zêdetir jî, Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di demeke berê de diyar kiribû ku zêdetirî rewşa 334 kesên bi vîrusê ketine giran e û pêdiviya wan bi baldariyeke xurt heye. Di heman demê de jî li Xezayê tenê 170 textên baldariya xurt hene. Ji ber ji sedî 78 text ji bo nexweşên vîrusê bi kar tên û li gel wê kêmbûna oksojîn jî gefeke mezin e.

Wezaretê di rapora xwe de destnîşan kir ku ew azara kêmbûna oksojînê dikişîne, ji ber di deqeyekê de pêdiviya hin hin nexweşan bi 30 heta 60 lître heye û hêza wezaretê jî ya derxistina 2 hezar û 200 lître oksojîn di deqeyekê de heye.

Li aliyekî din jî rêbazên taybet ên parastina tîmên tendurisî hene û pêwîstiya girîng bi dabînkirina dermanên giştî û guncaw ên sivikkirina nexweşiya vîrusê ji ser welatiyan heye.

 ‘DORPÊÇ AZARAN ZÊDE DIKE’

Ji nêzî 14 salan ve, Xeza di dorpêça Îsraîlê de ye. Vê jî roleke girêktir di westandin û alozîkriina beşên tenduristiyê yên li Xezayê de lîst. Li gel dorpêçkirinê, şer, qedexekirina derbasbûna alav û pêdiviyên tenduristiyê heye. Bi wê re jî beşên tenduristî yên li Xezayê westîn.

Îsraîlê pêdiviyên tendurisît yên guncaw ên ji bo pandemiya Koronayê, kirine kaxizete şantajê li dijî koên filistînê yên li Xezayê. Bi wê re jî erêkirina derbaskirina pêdiviyan bi van koman ve girê dide û girêktir dike.

Li vê dawiyê hejmara kesên li Xezayê bi vîrusê ketine, benda 25 hezar derbas kir û zêdetirî 155 kes mirine. Ev tê wateya ku rûbereke mîna Xezayê ya bi 356 kîlometere çargoşe û tê de zêdetirî milyonek kes jiyan dike, nîşaneyên krîza mirovî û tenduristî ya xeterank hene.

(fr)

ANHA