ꞌ5 sal di ser komkujiya Til Temirê re derbas bûn, lê hîn jî êş germ eꞌ

​​​​​​​Bi rasthatina salvegera 5’emîn a komkujiya Til Temirê, şêniyên navçeyê, wan kêliyên biêş bi bîr tînin û dibêjin ku artêşa Tirk û çeteyên wê hîn jî li dijî wan komkujiyan pêk tînin.

ꞌ5 sal di ser komkujiya Til Temirê re derbas bûn, lê hîn jî êş germ eꞌ
ꞌ5 sal di ser komkujiya Til Temirê re derbas bûn, lê hîn jî êş germ eꞌ
ꞌ5 sal di ser komkujiya Til Temirê re derbas bûn, lê hîn jî êş germ eꞌ
ꞌ5 sal di ser komkujiya Til Temirê re derbas bûn, lê hîn jî êş germ eꞌ
ꞌ5 sal di ser komkujiya Til Temirê re derbas bûn, lê hîn jî êş germ eꞌ
ꞌ5 sal di ser komkujiya Til Temirê re derbas bûn, lê hîn jî êş germ eꞌ
ꞌ5 sal di ser komkujiya Til Temirê re derbas bûn, lê hîn jî êş germ eꞌ
ꞌ5 sal di ser komkujiya Til Temirê re derbas bûn, lê hîn jî êş germ eꞌ
ꞌ5 sal di ser komkujiya Til Temirê re derbas bûn, lê hîn jî êş germ eꞌ
10 kanûn, 2020   04:09
HESEKÊ-DIYAR EHMED

5 sal di ser vê êvara xemgîn a zivistanê re derbas dibe, 3 teqîn di danê êvarî de li Til Temirê rû dan, hişt ku êvara navçeyê êvareke biêş û neyê jibîrkirin be.

Her sê teqîn di demekê li nuqteyên cihêreng ên li navçeya bajêr teqîn. Ew teqîn li dijî kolana Filistîn, sûka mezin, sûka sebzeyan, nexweşxaneya meydanî ya bajêr, pêk hatin.

Di encama her 3 teqînan de 28 sivîl şehîd bûn, bi dehan kes birîndar bûn û zêdetirî 60 mal û dikan hatin wêrankirin.

Têkildarî komkujiyê, malbatên qurbaniyên komkujiyê û çend şêniyên navçeyê axivîn.

Bavê şehîd Îmad Îsmaîl Elî Hecî axivî û got ku beriya teqînê bi kêliyekê ew û Îmad li dikana xwe bûn, ji dikanê diçe dikana berber û ji nişka ve dengê her sê teqînan hat, yek ji wan gelekî nêzî wan bû.

Îsmaîl Elî Hecî wiha axaftina xwe dewam kir: "Dema ez li dikanê bûm di gelek cihan de birîndar bûm, lê birînên min negiran bûn, paşê ji dikanê derketim û min berê xwe da malê, hevsera min li kolanê li min digeriya, dema em pêrgî hev bûn; ji min re got kanî zarok? Min jê re got tevde baş in û birînên me jî negiran in, bersiva wê jî ev bû, "Dikan bi ser serê Îmad de hilweşiya."

Îsmaîl Elî Hecî wiha axaftina xwe dewam kir: "Tarî ketibû erdê, baraneke xurt dibariya û kehreba bajêr qut bûbû, me hew agirê cihê teqînê didît. Me berê xwe da cihê teqînê û di nav kavilan de li cenazeyê Îmad geriyan, dema me ew dît, li ser kursiyê rûniştîbû û jiyana xwe ji dest dabû."

Îsmaîl Elî di dawiya gotina xwe de ev yek destnîşan kir: "Her sê teqînan êşeke mezin  xist nava şêniyên bajêr, ji ber zarok û milkên xwe winda kirin, hîn jî êş ew êş e."

Welatiyê bi navê Ehmed Karo yê ji Til Temirê jî axivî û ev yek diyar kir: "Êvar bû min karê xwe bi dawî kir û berê xwe da malê, hema ez çawa gihîştim malê dengê 3 teqînên xurt hat, yekser ez ji malê derketim û min berê xwe da navenda bajêr, ez bi xizmeke me re axivîm, ji ber ew li nexweşxaneya Meydanî dixebite û teqînek li wir jî rû dabû,  lê Hemîda bersiva telefona min neda, rabû min berê xwe da nexweşxaneyê. Nexweşxane jî ji 2 qatan pêk tê, qatê yekem bi temamî hatibû hilweşandin."

Ehmed Karo ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Dema em derbasî nexweşxaneyê bûn, em li nav kavilan li Hemîda geriyan, lê çi bibînin ku şehîd ketiye û dema em li nava kavilan li şehîdan geriyan, parçeyên laşên gelek kesan hebûn, ji ber vê nedihatin naskirin."

Ehmed Karo wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji wê demê ve her ku em deverên teqînan dibînin êş xwe dubare dike, dema em serdana gorên şehîdan dikin êşa me gurtir dibe, li aliyekî din jî şerê DAIŞ, Tirkiyê û komên çeteyan ên li dijî me hîn jî berdewam dike."

Li aliyekî din jî, welatiyê bi navê Mihemed Seîd ê ji Til Temirê axivî û ev yek anî ziman: "Dema em 10`ê Kanûna 2015`an bi bîr tînin, em azara bi serê gelê me de hat bi bîr tînin, di wê demê de çeteyên DAIŞ`ê bi hemû awayan dixwestin bajarê Til Temirê dagir bikin, lê bi saya berxwedana YPG û YPJ`ê û gelê herêmê hewldanên wan bi bin ketin."

Mihemed Seîd da zanîn ku her 3 teqînan bajar hejand, lê nekarî vîna gelê wê bihejîne, di encama teqînan de zêdetirî 60 sivîlî birîndar bûn û 28 kes jî şehîd ketin, lewma navê goristana Til Temirê li navên van şehîdan hate kirin.

Mihemed Seîd wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji destpêka dîroka komkujiyê ve û artêşa Tirk û çeteyên wê li pêşberî çavên cîhanê sûcan pêk tînin, ji ber vê em bang li civaka navneteweyî dikin, ku piştgiriya gel bike û dawî li van êrişan bîne."

(eh)

ANHA