​​​​​​​Koen Metsu: Dewleta Tirk mafên şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpê dike

Serokê komîteya têkbirina terorê yê li parlamentoya Belçîkayê Koen Metsu got dewleta Tirk mafên şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpê dike û piştrast kir ku divê civaka navneteweyî aliyekî paşguh neke û itîrafê bi aliyekî din neke. Koen Metsu wiha da zanîn: "Kurd qehreman in, lê belê pêwîstiya wan bi piştevanî û piştgiriyê heye."

​​​​​​​Koen Metsu: Dewleta Tirk mafên şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpê dike
10 kanûn, 2020   00:34
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Serokê komîteya têkbirina terorê yê li parlamentoya Belçîkayê Koen Metsu yê ku di îna borî de tevî şandeya Belçîkê ya ku ji parlamento û nûnerên saziyên civaka sivîl, ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye, axivî. 

Koen Metsu behsa dîtina bandorên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji 9’ê Cotmeha borî de kir, bi wê re diyar kir ku divê civaka navneteweyî sînorekî ji van êriş û xeteriyên wê re deyne.

Metsu wiha domand: "Di destpêkê de divê itîrafeke navneteweyî ya rastîn ku êdî dewleta Tirk kiryarên neqebûlkirî de, hebe. Ez ê wê yek di raporê de binivîsim û pêşkêşî hikumeta xwe bikim. Ji ber êdî ev nayê tehemûlkirin û paşguhkirin. Ev tiştekî neqebûlkirî ye û me ev tişt di du rojên borî de dît."

Metsu eşkere ku divê ewropa itîraf bike ku dewleta Tirk kiryarên nerast pêk tîne û ewropa li ser vê yekê bê deng e û wiha pê de çû: "Em nikarin çavên xwe ji binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî mafên mirovan û binpêkirina serweriya herêmê re bigirin."

Metsu dilsoziya xwe ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan da, bi taybet gelê Kurd û piştrast kir ku pêwîst e piştevaniya herêmê ji bo sekna li hember xeteriyan bê kirin û wiha pê de çû: "Neteweya min Flamanîk e û ji vir ve dilsoziya xwe bi kurdan re nîşan didim. Pêwîstiya Rêveberiya Xweser bi lez bi parastina nasname û nirxan ji aliyekî ve heye û ji aliyê din ve jî pêwîstiya wê bi piştevaniya têkbirina terorê heye."

Metsu di gotinên xwe de ji DYA’yê xwest ku divê ji dewleta Tirk re bêje ku ew rêzê ji sînorên dewletên cîran û serweriya wan re bigire. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku itîrafê bi binpêkirinên ku dewleta Tirk li dijî mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bike û wiha Mitsu berdewam kir: "Ez dizanim Kurd qehreman in, lê belê pêwîstiya wan bi piştevanî û piştgiriyê heye."

Koen Metsu di dawiyê de îşaret bi pêwîstiya vegerandina koçberan li warên wan a bi piştevaniya navneteweyî kir û wiha bi dawî kir: "Min serdana kampa Waşûkanî kir, li wir zêdetirî 12 hezar koçber ji ereb û kurdên bi zorê ji warên xwe koçber bûne hene. Ew koçber tenê dixwazin vegerin warên xwe, ew jî rewa ye û divê tevahî xebata li ser vê yekê bikin."

Li aliyekî din jî şandeya Belçîkayê ya ji endamên parlamentoya yekitiyê Queen Mesto û George Dalmanî, gerînendeyê komeleya navneteweyî ya qurbaniyên terorê Philip Vanstatekiste, endama komeleyê Rodî Melek, seroka rêveber a şîrketa Child Focus a piştevanî û parastina zarokên winda, revandî û yên bi cinsiyetên Heidi de Paolo pêk dihat, îna borî serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Şandeyê bi Rêveberiya Xweser û berpirsên MSD’ê re civîya, li gel wê jî serdana gelek saziyên civaka sivîl, kampên penaber û koçberên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber bûne, kirin.

(fr)

ANHA