Êzidî: Bila birêvebirina Şengalê Rêveberiya Xweser bike

Êzidiyan bang li hin hêzên li Başûrê Kurdistanê kir ku destwerdanê li kar û barên hundirîn ên êzidiyan nekin û bila şêniyên Şengalê çarenûsa xwe diyar bikin.

Êzidî: Bila birêvebirina Şengalê Rêveberiya Xweser bike
10 kanûn, 2020   02:13
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) destwerdanê li dozên hundirîn ên girêdayî êzidiyan dike, bi wê re tevî hikumeta Bexdayê di 9’ê Cotmehê de peymanek li ser Şengalê îmze kir.

Şêniyên Şengalê vê peymanê red dikin û reva hêzên PDK’ê di havîna 2014’an de ji Şengalê û temaşekirina artêşa Iraqê li komkujî û hovîtiyên DAIŞ li dijî Şengalê pêk aniye, bi bîr xistin. Di encama êrişa Şengalê de bi hezaran; jin, zarok û mezin bûn qurban.

Girêdayî mijarê, êzidiyên navçeya Tirbespiyê peymana Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê red kir.

Berfo Qasim Heska wiha got: "Divê êzidiyên li Şengalê bibin yek û li dora Rêveberiya Xweser bicivin û nehêlin civaka êzidî bi destê xwefiroşên bi navê êzidî, ji hev bikin.

Nebîl Murad Biro jî da zanîn ku ne ji mafên tu kesî ye ku bi navê civakê êzidî biaxive.

Li dawiyê jî Orhan Umer wiha got: "Tişta ku di 2014’an de li dijî Şengalê de pêk hatiye hê li ber çavên civaka êzidî ye ku çawa hikumeta Başûrê Kurdistanê û Bexdayê êzidî bi tenê li hember DAIŞ’ê hiştin. Her wiha civaka êzidî bang li yekitiyê û hembêzkirina Rêveberiya Xweser a ku nûnertiya nasname û parastina hebûna wan dike, kir."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/RI6FhjiXj6w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>