Joel Rayburn bi dewletên herêmê re nîqaşa çareserkirina siyasî li Sûriyê kir

Balyozxaneya Amerîka ya li Sûriyê eşkere kir ku nûnerê taybet li Sûriyê Joel Rayburn di gera xwe ya li herêmê de nîqaş kir ku pêwîstî bi xebata pêkanîna çareseriyeke mayînde, aştiyane û siyasî li Sûriyê heye.

Joel Rayburn bi dewletên herêmê re nîqaşa çareserkirina siyasî li Sûriyê kir
9 kanûn, 2020   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozxaneyê li ser twitterê daxuyand ku nûnerê taybet li Sûriyê Joel Rayburn di gera xwe ya li herêmê de, jê jî dewleta Tirk, Misir, Îsraîlê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nîqaş kir ku divê xebat ji bo pêkanîna çareyeke mayînde, aştiyane û siyasî li Sûriyê li gorî biryara Konseya Ewlekariya ya 2254’an pêk were.

Joel Rayburn piştrast kir ku welatê wî li gorî dabînkirina pêdiviyên mirovî, avakirina aramî û ewlehiya guncaw ji bo pêşerojeke baş ji gelê Sûriyê re, tevdigere.

(fr)