ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 12-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 12-2020`AN
10 kanûn, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Rêxistina Mafên Mirovan a katnona Cizîr û komek ji rêxistinên sivîl û hiqûqî daxuyaniyekê li dijî navneda NY’yê ya li Qamişlo bi boneya Roja Cîhanê ya Mafên Mirovan saet di 12:00’an de didin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredarıya Gel a navçeya Tirbespiyê daxuyaniyekê ji bo şermezarkrina peymana Hewlêr-Bexda li ser Şengalê saet di 10:00’an de dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi rasthatina salvegera 5’emîn a komkujiya Til Temirê, şêniyên navçeyê, wan kêliyên biêş bi bîr tînin û dibêjin ku artêşa Tirk û çeteyên wê hîn jî li dijî wan komkujiyan pêk tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Êzidiyan bang li hin hêzên li Başûrê Kurdistanê kir ku destwerdanê li kar û barên hundirîn ên êzidiyan nekin û bila şêniyên Şengalê çarenûsa xwe diyar bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Minbicê bang li civaka navneteweyî û Rûsyaya garantor kir ku erk û helwesta tund li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şênî û herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê pêk bînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên navçeya Sirînê topbarana dewleta Tirk a li dijî Eyn Îsayê şermezar kir û da zanîn dewleta Tirk armanc dike ku herêmên nû ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bisekine û wê rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên bakur û rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran dikin, lê şênî û şervan di berxwedana xwe de bi israr in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiyên siyasî yên li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo daxuyaniyekê li Qada Şehîd Xebat saet di 10:00’an de dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Diya girtiyê siyasî Teymûr Enes, Celîla Şêx bang li gelê Kurdistanê kir ku dakevin qadan û piştgiriya girtiyên siyasî yên ku di girtîgehên dewleta Tirk de di greva birçîbûnê de ne, bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Meclisa Jinan a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê daxuyaniyekê bi boneya Roja Cîhanê ya Mafên Mirovan saet di 12:00’an de dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Jinan a PYD’ê li taxa Şêxmeqsûdê panelê ji rêzhemelya"qetilkirina jinan rawestînin" saet di 13:00’an de dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Serokê komîteya têkbirina terorê yê li parlamentoya Belçîkayê Queen Mesto got dewleta Tirk mafên şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpê dike û piştrast kir ku divê civaka navneteweyî aliyekî paşguh neke û itîrafê bi aliyekî din neke. Queen Mesto wiha da zanîn: "Kurd qehreman in, lê belê pêwîstiya wan bi piştevanî û piştgiriyê heye."

CÎHAN

- Hin alî dixwazin aloziya Kendavê ya ji ber nakokiyên Erebistana Siûdiyê û Qeterê çareser bikin, gelo Qeterê dev ji piştgiriya projeyên Tirkiyê û Îranê berdaye û lihevanîna her du aliyan dê çi bandorê li herêmê bike? (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

- Di vê dawiyê de, bajarê Xezayê ji ber belavbûna pandemiya vîrusa Koronayê ketiye pêvajoyeke metirsîdar. Bi wê re jî nîşaneya krîzeke mirovî li Xezayê heye, li gel wê jî alozî di beşên tenduristiyê de heye. (BI WÊNE)

- Ji  destpêka Mijdara derbasbûyî ve, Navenda ziwageha garis a Komîteya Çandiniyê ya li Reqayê 13 hezar ton garis wergirtiye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA