'Şêniyên Til Temirê ji ber hebûna dagirkera Tirk li nêzî navçeyê metirsîdar in'

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê anî ziman ku ew ditirsin komkujiyên DAIŞ`ê yên 2015`an li Til Temirê careke din dubare bibin û got ku hebûna artêşa Tirk a dagirker li nêzî navenda navçeyê van metirsiyan piştrast dikin.

'Şêniyên Til Temirê ji ber hebûna dagirkera Tirk li nêzî navçeyê metirsîdar in'
10 kanûn, 2020   09:08
 HESEKÊ-DIYAR EHMED

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb di salvegera 5`an a komkujiyên DAIŞ`ê li dijî pêkhateyên Til Temirê de ku di encamê de bi dehan sivîl şehîd ketin ji ANHA`yê re axivî.

Mele Eyûb qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û got: “Ji ber erebeyên bombebarkirî yên ku DAIŞ`ê şandinê navçeyê, gelek sivîl şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn."

'JI BO HEDEFGIRTINA SIVÎLAN EREBEYÊN BOMBEBARKIRÎ BI KAR ANÎN'

Mele Eyûb di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê dixwestin derbasî navçeyê bibin, ji ber ku kilîta derbasbûna herêma Cizîrê ye û wiha domand: “Lê hewldanên wan têk çûn ji ber wê erebeyên bombebarkirî şandin bajêr û şênî arman girtin.“

Mele Eyûb bal kişand ser dagirkirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Serêkaniyê re û wiha berdewam kir: “Piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê, êdî herêma Til Temirê nêzî eniyên şer ên çeteyan re bû. Tenê 5 km ji me dûr in. Ji roja yekemîn ji dagirkirina Serêkaniyê ve, artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlên li herêmê rojane sûcan pêk tîne û herêmên me topbaran dike.”

'HEBÛNA WÊ TÊ WATEYA RÛDANA KOMKUJIYAN'

Her wiha Mele Eyûb îşaret pê kir ku dîroka dewleta Tirk tije komkujî û sûcên li dijî gelên herêmê ye, ji ber wê şêniyên herêmê ji hebûna wê ya li nêzî tixûbên navçeyê, metirsîdar in ku komkujiyan li dijî wan pêk bîne.  

Mele Eyûb dirêjî da gotinên xwe û ev yek zelal kir: “Şêniyên herêmê baş dizanin ku dewleta Tirk kî ye û dîroka wê çi ye. Dizanin ku dewleta Tirk li ku derê be, tirs û xofê diafrîne û komkujiyan pêk tîne.”

Mele Eyûb da zanîn ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk mudexele kir û piştgiriya komên tundraw ên bi navê cuda kir mîna Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra, DAIŞ û niha Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê.

Mele Eyûb wiha pê de çû: “Dagirkerî rêzesûcan pêk tîne. DAIŞ`ê serî qut dikirin, lê siyaseta dewleta Tirk cuda ye, ew destdavêje jinan û direvîne, ciwanan direvîne û sûcên ku nayên jimartin pêk tîne.”

'PIŞTÎ 5 SALAN EM DITIRSIN KU EW KOMKUJÎ DUBARE BIBIN"

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb destnîşan kir ku piştî derbasbûna 5 salan li ser komkujiyên DAIŞ`ê yên li dijî şêniyên herêmê, şênî ditirsin ku ev komkujî bi şêwazeke hovantir pêk werin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Dewleta Tirk a ku desteka DAIŞ`ê dikir, niha li nêzî herêmê ye. Şaneyên wê yên veşartî hene. Ne dûr e ku komkujiyan li dijî me pêk bîne.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QQhoMWovZRs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>