​​​​​​​Pêkhateyên Minbicê: Civaka navneteweyî û Rûsya li hember sûcên Tirkiyê berpirsyar in

Şêniyên Minbicê bang li civaka navneteweyî û Rûsyaya garantor kir ku erk û helwesta tund li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şênî û herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê pêk bînin.

​​​​​​​Pêkhateyên Minbicê: Civaka navneteweyî û Rûsya li hember sûcên Tirkiyê berpirsyar in
10 kanûn, 2020   01:26
MINBIC

Bi zêdebûna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, bi taybet li dijî gundewarên Eyn Îsa, Girê Spî û Minbicê, helwesta Rûsyaya garantor a li hember êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker eşkere dibe.

 ‘DIVÊ RÛSYAYA GARANTOR BI BERPIRSIYARÊN XWE RAKE’

Helwesta Rûsyayê û bêdengiya civaka navneteweyî hêrsa pêkhateyên Minbicê bilind kir.

Ji pêkhateya Tirkmen, Cewahir Bedir bang li Rûsyayê kir ku ji ber ew garantora agirbestê ye, li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsa û gundewarên Minbicê berpirsiyar bin. Ji ber di encama topbaranê de gelek şênî ji malên xwe koçber bûn. Her wiha bang li Rûsyayê kir ku helwesta xwe ji van sûcên li nuqteyên hevbeş ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Minbic heta bi Dêrikê pêk tên re, eşkere bike.

Cewahir Bedir bang li civaka navneteweyî kir ku helwesteke eşkere û zelal li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk bîne.

 ‘VÎNA GEL JI SÛCÊN DEWLETA TIRK BI HÊZTIR E’

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Samir Hebaq ê ji pêkhateya Çeçen got sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên dagirkirî û qutkirina avê li ser Hesekê fişareke mezin li şêniyan kir û wiha pê de çû "Dewleta Tirk a dagirker sûcan pêk tîne, da ku em radest bibin. Lê belê vîna gel her tim ji bi hêz e. Dewleta Tirk bi armanca desteserkirina xêr û bêrên herêmê, herêmên ji xaka Sûriyê dagir kirin. Lê bêdengiya civaka navneteweyî jî, dihêle dewleta Tirk dagirkeriya xwe fireh bike."

Li aliyekî din jî, Mihmûd Îsmaîl ê ji pêkhateya Kurd, li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet zarokan axivî û bi sûcên hovane bi nav kir û dive rêxistinên mafên mirovan wan ceza bikin.

Îsmaî destnîşan kir ku rola Rûsya wek garantor li herêmê, pir lawaz e û tu helwestekê li hember sûcên dewleta Tirk nîşan nade û ji bilî wê jî bêdengiya navneteweyî heye. Bi wê re jî Îsmaîl bang li civaka navneteweyî kir ku li hember dewleta Tirk a dagirker bisekine û sûcên wê sînordar bike.

Ji pêkhateya Ereb Muna Xelef jî diyar kir ku dewleta Tirk hişt ku aloziya Sûriyê kûrtir û dirêjtir bike û wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk deriyên xwe li pêş terorîstan re ji bo derbasî Sûriyê bibin, vekirin. Bi wê jî nekir, lê belê piştevaniya leşkerî û lojîstîkî ji wan re kir. Lê piştî ku QSD’ê herêm ji terorê rizgar kirin, berjewendî û mêtîngeriya dewleta Tirk li herêmên Sûriyê derket."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/I9N3ro2pQtM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>